Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê saziyên nakevin ber qedexeya derketina derve de, ji bo pêşgirtina li belavbûna vîrêsê li herêmê, tedbîrên xweparastinê yên pêwîst digirin.
Xebatkarên li navendên giştî yên ne di nava qedexeya derketina derve de dixebitin, tedbîrên pêwîst ji bo xweparastina ji Koronavîrusê (Covid-19) digirin û pêwîstiyên şêniyan bi cih tînin. Firin jî yek ji wan navendan in.
Ji bo xweparastina ji vîrusê firinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê saetên xebatê ji 24 saetan daxistin 14 saetan ku ev pêşî li kombûna ber deriyê firinan digire. Ji van firinan yek jî Firina Şemis a nan e ku berî 3 salan li bajarê Qamişlo vebûye.
Xebatkarên firinê dema dixebitin maske û lepikan bi kar tînin û alavên karê xwe dezenfekte dikin. Herwiha li şûna 45 xebatkaran 30 kes dixebitin.
Têkildarî belavkirina nan li şêniyan, xwediyê firinê Ebdurehîm Mehmûd diyar kir ku serê sibê bi erebeyên taybet nan li xwediyên dikanan û bazirganên li gundan û li navenda bajarê Qamişlo belav dikin.
Ebdurehîm Mehmûd bang li welatiyan kir ku li pêşiya firinê kom nebin û xwe pir nêzî hev jî nekin û got, me jimara xebatkarên firinê kêm kiriye û firin rojê 17 ton nan dertîne.






