Roja Yekşemê bû cara çaran ku dewleta Tirk a dagîrker ava stasyona Elokê ji ser bajarê Hesekê û gundewarên wê qut dike.
Têkildarî mijarê hevseroka Gerînendetiya Avê ya Kantona Hesekê Sozdar Ehmed ji ANHA’yê re da xuyakirin ku dewleta Tirk a dagîrker karkerên stasyonê jê derxistin û stasyon girt.
Rêxistina NY UNICEF’ê 23’yê vê mehê piştrast kiribû ku rawestandina stasyona ava Elokê xeterê li ser 460 hezar kesî çêdike.
NY û Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor Sêşema borî piştî rojekê ji daxuyaniya UNICEF’ê gotibû pêdivî bi rawestandina yekser a agirbestê li seranserê Sûriyê heye da vîrus bandorê li şêniyên dorpêçkirî neke.
Stasyona Elokê, stasyoneke stratejîk e ku avê dide bajarê Hesekê û gundewarên wê.






