Idrîs Henan
Çavkaniyên bijîşkî yên ji hundirê herêmên dagirkeriya Tirk li Sûriyê piştrast dikin ku vîrûsa COVID-19 yê bi navê vîrûsa Koronayê tê nasîn, di nav bêdengî û paşgukirina dewleta Tirk de, êdî li van herêman belav bûye.
Tirkiyê Hebûna Korona Li Efrînê Vedişêre?!
Çavkaniyên agahdar ji hundirê Efrînê ji rojnameya Ronahî re tekez kirin ku bi dehan rewşên têkildarî pêketina bi vîrûsa Koronayê hene û bi awayekî bi dizî revandine bajarê Tirkiyê Hatay. Heman çavkaniyan diyar kirin ku dewleta dagirker a Tirkiyê tu cihekî karantînayê amade nekiriye. Gotegotên li ser alavên medyayê jî bi armanca nixumandina kiryarên qirker ên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li Efrînê ne.
Armanc Guherîna Demografîk E
Hate zanîn ku dagirkerî bi armanca xesibkirina mal û milkên Kurdan, koçberkirina şêniyên mayî û berdewamkirina projeya guherîna demografîk, bi zanebûn kesên bi vîrûsa Koronayê ketine berdide nav civakê. Bi taybet li gundên piraniya şêniyên wê Kurd in ku bi rêya belavbûna vê vîrûsê rewşeke tirs û xofê têxe nav şêniyên Efrînê.
MÎT`a Tirk Nahêle Kesek Li Ser Korona Biaxive?!
Gelek kesên bi vîrûsa Koronayê ketine, li nexweşxaneya leşkerî ya Efrînê bi awayekî nepenî ji aliyê istixbarata Tirk ve tên tomarkirin. Li gorî heman agahiyan hema hinekan jî ji ber vîrûsa Koronayê jiyana xwe ji dest dane. Girêdayî heman mijarê, agahiyên berdest tekez dikin ku istixbarata dagirkeriya Tirk fermanên tund der barê bêdengî û neaxaftina li ser berbelavbûna vîrûsê de dane.
Tu Tedbîr Nehatine Girtin!
Berovajî propagandayên dezgehên çapemeniyê yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, tevahî jêderên ji hundirê Efrînê piştrast dikin ku tu tedbîr li pêş berbelavbûna vîrûsa Koronayê nehatine girtin. Digel kiryarên dizîn, talanî, revandin û desteserkirina milkên xelkê, komên çete bi piştgiriya nepenî ya odeyên istixbarata Tirk rewana şêniyan diçewisînin û wan mecbûrî derbiderbûnê dikin.
Hêjayî gotinê ye, li gorî gelek raportên saziyên belgekirina sûcên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê, rêjeya Kurdan li Efrînê beriya dagirkeriyê ji 95% zêdetir bû, îro jî piştî ku Efrîn hate dagirkirin û kiryarên guherîna demografîk, rêjeya Kurdan ji 18% derbas nake.