Thursday, June 19, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ji Bo Rêgirtina Li Ber Koronayê, Şaredariyên Gel Seferber Bûne

28/03/2020
in Uncategorized
A A
Ji Bo Rêgirtina Li Ber Koronayê, Şaredariyên Gel Seferber Bûne
Share on FacebookShare on Twitter

Idrîs Henan

Piştî ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî berbelavbûna vîrûsa koronayê, rewşa awarte û qedexekirina derketina derve ragihand, şaredariya gel a herêma Efrînê li ser esasê parastina tendirustiya giştî, paqijî, xizmeguzarî, çavdêriya sûkê û rêgirtina li ber keysbaziyê, kete nava liv û lebatê.

 

 

 

 

 

Bê Navber Hemleya Şaredariyê Dewam Dike

Hevserokê şaredariya gel a kantona Efrînê Mihemed Şêxo ji rojnameya me re axivî û tişt got: Bi destpêka biryara maseya kirîzê a ragihandina rewşa awarte û qedexeya derketina derve, şaredariyên gel li herêma Efrînê dest bi karê temîzkirin û reşandina Kilor û dermanên li dijî virûs û mîkroban kirin. Weke gavek pêşîlêgirtina li berberlavbûna vîrûsa koronayê, me dest bi reşandina sazî, dezgeh, kampên koçberiyê û avahiyan kir. Qonaxa duyemîn jî; kolan, cadeyên sereke û çopgeh bi domanê li dijî mîkroban û madeya kilorê hatin reşandin. Ji xwe bi qonaxa sêyemîn re jî hemû mal û xaniyên li Şehba û Şêrawa tên reşandin. Dê her sê qonax jî bi rêkûpêk her 15 rojan bên dubarekirin.

Gel Pabendê Biryarên Rêveberiyê Ye

Di derbarê pabendbûna şêniyan bi biryarên rêveberiyê û maseya kirîzê Şêxo got: Rêjeya zêde ya şêniyan biryarên rêveberiyê û maseya kirîzê pêk tînin. Tenê jimarek hindik maye. Ew jî wê bi hemleyên têgihaştin û danesîna xeteriyên pêketina bi vêrûsê serwext bibin. Şêxo da zanîn ku; li kêleka karê pratîk bi rêbazên klasîk ên danesîna biryarên rêveberiyê (hişyariya bi rêya mizgeft û erebeyan) me dest bi hemleya danesîna cidiyeta rewşê kir. Şêxo wiha domand: Ji bo avakirina atmosiferek giştî ya seferberiya li dijî vêrûsa koronayê parelelî van rêbazan malperên tevna civakî, proşûrên di nav selikên alîkariyê û afîşên ser dîwaran de jî hatin bikaranîn.

Komîteyên Çavdêriyê Buhayan Zeft Dikin

Di derbarê çavdêriya li ser buhayên madeyên xwarek û vexwarinê Şêxo tekez kir ku komîteyên çavdêriyê bê navber li nav sûkê ne. Şêxo wiha pê de çû: Rêjeya keysbazî, malgirtin û çavkuriya bazirganan nizm e. Sedema wê yekê jî; nêzîkbûna ji navenda parêzgeha Helebê, pirbûna jêderan û desteka rêveberiyê ku gelek madeyên pagijiyê li ser gel belav kiriye. Her wiha aktîvbûna komîteya çavdêriyê rolek sereke di zeftkirina bazirganên çewsîner de lîstiye. Lê li gorî tevahî herêmên Sûriyê buhaya madeyên xwarin û sebzeyan di asta guncaw de ye.

Hêjayî gotinê ye wê rewşa awarte û qedexekirina derketina derve heya 5 Nîsanê dewam bike. Ger hewce bike jî wê dem bê dirêjkirin. Ev jî girêgayî rewşa berbelavbûna vîrûsê li derdorê ye. Li gorî jêderên tendirustiyê, heya niha ti rewşeke pêketina bi vîrûsa koronayê li herêma Efrînê nehatiye tesbîtkirin.

Post Views: 31
ShareTweetPin

Herî Dawî

Belavkirina sotemeniya germikirinê ya sala 2025 û 2026’an hatiye destpêkirin
CIVAK Û JIYAN

Belavkirina sotemeniya germikirinê ya sala 2025 û 2026’an hatiye destpêkirin

19/06/2025
Îran di navbera êrîşa DYA û destpêşxeriya Rêber Apo de
ROJEV

Îran di navbera êrîşa DYA û destpêşxeriya Rêber Apo de

19/06/2025
Yek ji stûnên helbesta kurdî li Rojavayê Kurdistanê; Seydayê Keleş
ÇAND Û HUNER

Yek ji stûnên helbesta kurdî li Rojavayê Kurdistanê; Seydayê Keleş

19/06/2025
YRA’ê xebatên xwe li gorî veguherînên şoreşê pêş dixe
ROJEV

YRA’ê xebatên xwe li gorî veguherînên şoreşê pêş dixe

18/06/2025
Roja Cîhanê ya Rakirina Şîdeta Zayendî di şeran de
ROJEV

Roja Cîhanê ya Rakirina Şîdeta Zayendî di şeran de

18/06/2025
Li hember hişmendiya pergalê têkoşîna her du zayendan tê xwestin
JIN

Li hember hişmendiya pergalê têkoşîna her du zayendan tê xwestin

18/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.