Mihemed Şahîn
Yek ji serhildanên kurdan ên herî mezin di navbera 28’ê Adar – 1’ê Nîsana 2006’an de li Amedê pêk hat.
Serhildanê li Amedê dest pê kir lê bi Amedê ve sînorkirî nema. Di demeke gelek kin de li hemû bajarên Kurdistanê belav bû. Bi taybetî Êlih, Sêrt û Qosera Mêrdînê jî wekî Amedê bûn qadên serhildanên bêhempa. Di heman demê de bûn qadên zilm û zordariyên faşîzma hikûmeta AKP’ê.
Di navbera 28 Adar û 1’ê Nîsanê de hemû kolan û qadên Amedê bûbûn qadên berxwedanê. Ji 7 salî heta 77 saliyan hemû şêniyên bajêr bi hêrseke mezin ji bo tolhildanê rabûbûn ser piyan. Li gorî hinekan ev raperîneke dîrokî bû, li gorî hinekan jî berxwedana civakî bû.
Serhildana Amedê di qonaxa serhildanan de pel û asteke nû bû. Li ser hîmê hemû serhildanan pêş ketibû û gihiştibû lûtkeyeke nû. Serhildana Amedê bi rojan berdewam kiribû û heqîqeta civaka Amedê ya serhildêr û berxwedêr nîşanê hemû cîhanê dabû. Gelê Amedê di wê serhildanê de, nîşan da ku bûye gelê Newrozê, bûye gelê serhildanê.
Serhildana Amedê piştî agirbesta 5 salan, piştî sebir û bendewariya çereseriyê ya 6 salan pêk hatibû. Lewre ji bo fêmkrina serhildana Amedê hewce ye em bi kurtî qala geşedanên ku di wê pêvajoya 6 salan de pêk hatine bikin.
Di dawiya sala 1999’an de ji bo pekanîna aştiyeke mayinde hewldanên Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan dest pê kiribûn. Di heman salê de bi dirûşma “Em ê xwe û bajarê xwe bi rê ve bibin” di hilbijartinên heremî de bajarên wekî Amed, Wan, Êlih, Agirî, Çewlik, Colemêrg, Sêrt jî di nav de 37 şaredarî ji hêla siyaseta kurd ve hatin bidestxistin.
PKK hewldanên birêz Ocalan ên pêkanîna aştiyê bi erênî pêşwazî kirin û agirbesta yekalî ragihand. Bi ragihandina agirbestê re, şerê di navbera PKK’ê û artêşa tirk de gelek kêm bû. Lê êrîşên dewleta tirk ên bêbext û hovane bênavber dewam kirin. PKK di encama wan êrîşên bêbext de gelek şehîd dan lê bi awayekî bi biryar û bi israr bi biryara agirbestê ve girêdayî ma.
Agirbestê nêzikî 5 salan dewam kir. Lê dewleta tirk ev pêvajoya 5 salan bi awayekî erênî ji bo çareseriya pirsgirêka kurd bi kar neanî. Hêvî û bendewariyên ji pêvajoya pagirbestê yek jî pêk nehat. Ji hêla hikûmeta AKP’ê ve ji bo çareseriya pirsgirêka kurd hewldanek çênebû û yek gaveke biçûk jî nehat avêtin. Bi ser de di 13’ê adara 2003’an de yekane partiya ku di qada legal de vîna civaka kurd temsîl dikir HADEP ji hêla dadgeha bilind ve hat girtin û li hemû rêvebrên wê 5 sal ceza hat birîn.
Giritina HADEP’ê nîşan dida ku niyeta AKP’ê ya çareseriya pirgirêka kurd tune ye. Armanc teslîmgirtin û tasfiyekirina tevgera kurd e. Lê ji bo tesfiyekirina tevgera kurd jî pêdiviya wan bi demê û bi qayimkirina desthilatdariya xwe hebû. Lewre pêvajoya agirbestê ji bo bidestxistina dewletê û qayimkirina desthilatdariya xwe wekî derfetek bi kar anî. Her ku desthilatdariya xwe xurt dikirin dijberiya xwe ya li dijî civaka kurd û hewldanên xwe yên şer xurtir dikirin.
Bi kurtahî hikûmeta AKP’ê di hewldanên xwe yên şer de israr kir. Israrên AKP’ê yên şer di sala 2004’an de dawî li agirbesta heyî anî. Di 1’ê Hezîrana 2004’an de PKK’ê dest bi hemleyeke nû kir. Destpêkirina hemleya nû hesabên hikûmeta AKP’ê yên teslîmgirtin û tasfiyekirina berxwedana civaka kurd serobino kir.
Di heman salê de di qada siyaseta legal de jî geşedanên gelek girîng pêk hatin. Di 9’ê hezîrana 2004’an de siyasetmedarên kurd Orhan Dogan, Hatîp Dîcle, Selîm Sadak û Leyla Zana piştî cezayê 10 salan ji zindanê derketin û di sala 2005’an de pêşengî ji tevgera siyasî ya nû Tevgera Demokoratîk a Gelan re (DTH) pêşengî kirin.
Bi liv û tevgera siyasî ya nû careke din di qada siaysî de nîqaşên çareserkirina pirsgirêka kurd dest pê kir. Bi ser temsîlkarên kurdan ên siyasî re careke din nîqaşên çareseriyê û destpêka pêvajoya dîyalogê dest pê kiribû. Ev nîqaş ji hêla civakên Tirkiyeyê ve bi erênî hatin pêşwazîkirin û gihîştin radeyeke girîng.
Di wê pêvajoya diyalog û nîqaşan de civaka kurd amadekariyên pêşwazîkirina Newroza 2006’an dikir. Her çiqas wek her salê li gelek bajêran Kurdistanê hewldanên hikûmata AKP’ê yên astengkirina pîrozbahiyên Newrozê rûdabin jî li gorî salên berê pîrozbahiyên Newroja 2006’an yên herî bêşer û bêpevçûn û di nav aramiyê de derbas bûbûn.
Bêşer û bêpevçûn di rewşeke aram de pîrozkirina Newrozê hêvî û bendewariyên der barê diyalogên çareseriyê de xurtir dikirin.
Hovîtiya artêşa tirk dawî li pêvajoya nerm anî
Piştî pîrozbahiyên Newrozê yên herî bi coş û aram di 24’ê adarê de agahiyeke dilsoj a ku hovîtiya dewleta tirk radixist ber çavan li Kurdistanê belav bû. Agahiya ku di 24’ê adarê de li Kurdistanê belav bû weke xencereke zengarî ya bêbext di dilê civaka kurd de çikiyabû. Ji bo civaka kurd qebûlkirin û tehemulkirina wê ne pêkan bû. Hovîtiya artêşa tirk dawî li wê pêvajoya nerm anî.
Li gorî wê agahiyê 14 gerîlayên HPG’ê li navçeya Pasûrê ya Amedê li çiyayê Şênê ji hêla artêşa tirk ve bi çekên kimyevî hatibûn qetilkirin. Malbatên ku ji bo girtina cenazeyên xwe çûbûn Meletiyê ji ber şewatê cenazeyên zarokên xwe nas nekiribûn.
Ji 14 cenazeyan 4 ji wan, Êrîş Amed ( Bulent Tanışık – Amed), Zafer (Muzafer Pehlîvan- Licê/Amed), Xemgîn Amed (Fatih Çetîn – Çinar/Amed), Rojhat Amed (Mahmut Guler – Pasûr/Amed) nasnameyên wan hatibûn tespîtkirin. Malbatan di 28’adarê de cenaze ji Tiba Edlî ya Meletiyê wergirtin û ber bi Amedê ve ketibûn rê.
Gelê Amedê Ji bo pêşwazîkirin û definkirina wan şehîdên xwe bi hêrseke mezin li navçeya Rezan, li ber mizgefta Şefîk Efendî ya li Bûlwara Medîneyê kom bû. Girseya bi hêrs deqe bi deqe zêde dibû. Beriya ku cenazeyên şehîdan bigihîjin Amedê hêjmara girseyê gihîşt 40-50 hezar kesî.
Gelê Amedê li hember hovîtiya dewleta tirk gelek bi hêrs bû. Qebûlkirin û tehamulkirin ne pêkan bû. 14 zarokên wê bi awayekî bêbext û bi awayekî hovane ji hêla dewleta tirk ve hatibûn qetilkirin. Lewre gelê Amedê di nav hestiyariyeke herî bilind de dixwest erka xwe ya dawîn bi awayekî herî xurt ji bo wan zarokên xwe bîne cih. Li ber mizkefta Şefîk Efendî bi dirûşmên, “Amed li şehidê xwe xwedî derbikeve, TC dawî li sebra me neyne, tolhildan, tolhildan” cenazeyên zarokên xwe pêşwazî kirin. Bi dehhezaran kesî mil da cenzayên bi ala kesk û sor û zer pêçayî û birin goristana Yenî Koyê. Di bin alên kesk û sor û zer de bi sirûda Ey Raqîb şehidên xwe defin kirin.
Parlamenterê DEP’ê yê berê Hatîp Dîcle li ser tirbê bi van hevokan hestên gelê kurd ên di wê pêvajoyê de pênase dikir; “Gelê kurd di Newrozê de ji bo aştiyê qîriya, aştî xwest, lê dewletê di 24’ê adarê de bi komkujiyê bersiv da gelê kurd. Ev li hember gelê kurd bêrêzî ye”
Piştî definkirina şehîdan girseyê bi dirûşmên wekî “Şehîd namirin, destên ku dirêjî gerîla bibe bişkê, TC şaş nebe, me raneke çiyayan, di çiyayan de li Apociyan negere, Apocî li her deverê ne, Ocalan vîna me ya siyasî ye…” berê xwe dan navenda bajêr.
Dema ku girse hat ber qerekola 10’ê Nîsan’ê ya li ser rêya goristanê rastî barîqata polîsan hat. Gelê Amedê ji ber wê hovîtiya dewletê dilsoj û bi hêrs bû. Di encama provakasyona polîsan de di navbera çend deqeyan de gengeşî û rageşî ya heyî vegeriya şer û pevçûnên gelek mezin. Di demeke gelek kin de şer û pevçûnan hemû bajêr kir qada şerê ku bi rojan dewam kir.
Gelek rojnameger û siyasetmedaran di şîroveyên xwe de digotin, “Çawa çêbû ku di demeke ewqasî kurt de serhildan li hemû bajêr belav bû? Aqilê mirov nagire.” Bêguman ev şîrove ne belesebeb bûn.
Bersivên wan pirs û şîroveyan di hevokên çalakvanekî de veşarî bûn. Li ser pirsa rojnamagerekî çalakvan wiha bersiv dide; “Lî vî gelî niheqiyên gelek mezin tên kirin, lewma gelek bi kerb û bi hêrs e.”
Şer û pevçûnên ku li ber qerekola 10’ê Nîsanê dest pê kir, di demek kin de li hemû bajêr belav bûn. Bi taybetî li taxên Ofîs û li Baxlarê şer gelek gur bû, polîsên tirk li hember berxwedêran çek bi kar dianîn, berxwedêran bi kevir, molotof û barîqatan xwe diparast.
Gelek saziyên dewletê yên fermî bi êrîşên serhildêran re rûbirû man û zirareke mezin dîtin. Bi dehan camên kargehan şikestin. Avahiyên AKP û MHP’ê hatin wêrankirin. 6 wesaîtên sivîl ên polîs û hevkarên dewletê hatin şewitandin. Polîs û rayedarên dewletê neikaribûn ji avahiyên xwe serê xwe derbixin derve.
Piştî 6 salên agirbestê cara yekem li Amedê gelek saziyên dewletê û banka jî di nav de hemû esnafan dikanên xwe girtin û darabeyên xwe anîn xwarê. Li taxa Ofîsê çend dikan û bankeyên ku nehatibûn girtin jî bûn hedefa serhildêran.
Di roja yekem de piştî 15 salan cara yekem waliyê Amedê ji leşker alîkarî xwest û cendirme vexwendin nav bajêr. Ji tirsa berxwedêran hemû lojmanên polîs û leşkeran hatin valakirin, malbatên polîs û leşkeran hemû di avahiyên sporê de hatin komkirin. Peywirên polîs ên nav bajêr hemû hatin betalkirin.
Bi kurtahî hemû taxên Amedê bûbûn qadên serhildanê. Polîs û malbatên xwe ketibûn tatêla parastina canên xwe û avahiyên xwe.
Serhildan li hemû erdnîgariya Kurdistanê belav bû. Bi taybetî li bajarên Sêrt, Êlih, Edene û Mêrdînê serhildanên gelek mezin çêbûn. Li her devera kurd lê, qetilkirina şervanên HPG’ê, kuştina sivîlên Amedê dihatin protestokirin.
Înîsiyatîfa Gel a Amedê, Kongreya Neteweya Kurd û gelek saziyên kurdan bal dikişandin ser rewşa Amedê û banga xwedîderketina serhildana Amedê li kurdan dikirin.
Erdogan fermana kuştinê da
Di roja 3’yemîn de jî serhildana Amedê bi hemû germahiya xwe berdewam kir.
Di heman rojê de civîna serokên bajaran ên AKP’ê hebû. Erdogan di wê civînê de got, “Hewce ye were zanîn ku mudaxleya pêwîst çi be dê were kirin, ji A yê heta Z’yê tedbîrên pêwîst çibin em ê bigrin, her jin bin, zarok bin, kal bin dê hêzên me yên ewlehiyê ji wan hesab bipirse.”
Piştî peyama Erdogan a rewakirina kuştina kurdan, ji devê wezîrê karê hundir Abdulkadîr Aksû û wezîrê dadê Cemîl Çîçek jî xwîn dirijiya.
Peyama Erdogan gelek zelal bû: fermana komkuijyan, rewakirina bikaranîna çek û hemû tundiyên hêzên dewletê bû. Li ser wê peyama Erdogan hêzên dewletê di êrîşên xwe de tu pîvan û hiqûq nas nekirin.
Piştî peyamên Erdogan û wezîrên wî yên destbixwîn di roja 4’emîn de cureyên zext û zordariyên hêzên dewletê zêde bûn. Di êrîşên xwe de pîvan nas nedikirin. Wekî her carê kuştina kurdan rewa bû.
Di roja 5’emîn de kolanên Amedê wêran û bê deng bûn. Li bajêr rewşeke awarte hebû. Bajêr ji çar hêlan ve bi tang û topan ve hatibû dorpêçkirin û dagirkirin.
Di 5 rojên serhildanê de li Amedê ji 7 salî hetanî 77 saliyan hemû kes tev li serhildanê bûn. Jin, kal, pîrên ku nikaribûn dakevin kolanan ji şaneşînên malên xwe piştgirî didan serhildêran.
Di encama berxwedana 5 rojan de zarokên 3, 6, 8 û 9 salî jî di nav de 6 jê zarok 14 şehîd û 175 birîndar çêbûn. 653 kes (91 jê zarok in) hatin destgîrkirin. 4 rêveberên DTP’ên û 2 serokên sendiqayan jî di nav de 382 kes hatin girtin.
Wekî ku di encamê de jî diyar dibe hêzên dewletê peyama Erdogan baş anîbûn cih. Bêyî cudahî jin, zarok, kal û hemû kiribûn hedef. Şehîdê 3 salî jî hebû, yê 78 salî jî hebû.
Der barê komkujiyên hêzên dewletê de tenê ji bo qetilkirina Enes Ata û Mahsum Mizrak doz hat vekirin. Polîsek nehat darizandin û nehat cezakirin. Wekî her carê kuştina kurdan wekî sûc nehat dîtin.
Em bi rêzdarî wan şehîdan bi bîr tînin û bejna xwe li ber bîranînên wan ditewînin.






