Thursday, June 19, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Leyla Guven ji bo Mexmûrê bang li Mesrûr û Nêçîrvan Barzanî kir

27/03/2020
in Uncategorized
A A
Leyla Guven ji bo Mexmûrê bang li Mesrûr û Nêçîrvan Barzanî kir
Share on FacebookShare on Twitter

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ji bo ambargoya li ser wargeha Mexmûrê bang li serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir û xwest ku di van rojên herî dijwar ên vîrûsa koronayê de ambargoya li ser Mexmûrê rakin.

Ji Tîrmeha 2019’an ve li ser fermana Rêveberiya Başurê Kurdistanê ambargo li ser wargeha penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) hatiye danîn. Îro 254 roje xelkê Mexmûrê dibin ambargoyek dijwar deye. Bi ti awayî rê nayê dayîn welatî ji Mexmûrê derkevin.

Bi derketina vîrûsa koronayê re roj bi roj metirsiyek mezin li ser şêniyên wargeha Mexmûrê çêdibe.

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven li ser hesabê xwe yê medya civakî bi vîdeoyekê bang li rêveberiya Hikumeta Herêma Kurdistanê kir daku ambargoya li ser wargeha Mexmûrê were rakirin.

Guven di vîdeoya ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî etîket kiriye de vê bangê dike:

“Ez di serî de gelê Başûrê Kurdistanê û hikumeta wê bi rêzdarî silav dikim. Min xwest bi rêya vê vîdeoyê dengê xwe bigihînim rêveberiya Başûrê Kurdistanê. Ji bo ku niha vîrûsa koronayê li tevahiya cîhanê belav bûye. Em jî wek gelê Kurdistanê li dijî vîrûsê amadekariyên xwe dikin û ewlehiya xwe digirin. Lê ew cihek heye ku cihek gelek taybet e. Ev cih jî Kampa Mexmûrê ye. Wek ku hûn dizanin ji ber şert û mercên li Bakurê Kurdistanê gelek însanên me neçar man ku biçin Başûrê Kurdistanê. Ew însanên me niha li Kampa Mexmûrê jiyana xwe berdewam dikin. Gelek şert û mercên giran bihûrandin û hêj di nava şert û mercên giran de dijîn.

Ambargoyê rakin

Mixabin ev demek e, rêveberiya Başurê Kurdistanê dorgirtinek (ambargo) daniye ser Kampa Mexmûrê. Em wek siyasetmedarên Bakurê Kurdistanê bang dikin. Em dibêjin gelê me yê Mexmûrê gelek hêja ye û qehreman e. Niha di nava şert û mercên giran de ne. Ji ber belavbûna vîrûsa koronayê jiyana wan di bin talûkeyek mezin de ye. Ji kerema xwe wê dorgirtinê ji ser wan rabikin. Em rica û daxwaz dikin. Em dibêjin kurd li ku dibe bila bibe em ji hevdu berpirsiyar in. Ez jî wek jinek kurd a siyasetmedar, ji rêveberiya Başûrê Kurdistanê rica û daxwaz dikim ji kerema xwe dorgirtinê rakin. Ji ber ku ev vîrûs vîrûsek gelek talûke ye. Bila miletê me ji ber vîrûsê jî nemire.”

 

Post Views: 34
ShareTweetPin

Herî Dawî

9’emîn Pêşangeha Hunera Şêwekariyê ya Rojava bi dawî bû
NÛÇE

9’emîn Pêşangeha Hunera Şêwekariyê ya Rojava bi dawî bû

19/06/2025
Belavkirina sotemeniya germikirinê ya sala 2025 û 2026’an hatiye destpêkirin
CIVAK Û JIYAN

Belavkirina sotemeniya germikirinê ya sala 2025 û 2026’an hatiye destpêkirin

19/06/2025
Îran di navbera êrîşa DYA û destpêşxeriya Rêber Apo de
ROJEV

Îran di navbera êrîşa DYA û destpêşxeriya Rêber Apo de

19/06/2025
Yek ji stûnên helbesta kurdî li Rojavayê Kurdistanê; Seydayê Keleş
ÇAND Û HUNER

Yek ji stûnên helbesta kurdî li Rojavayê Kurdistanê; Seydayê Keleş

19/06/2025
YRA’ê xebatên xwe li gorî veguherînên şoreşê pêş dixe
ROJEV

YRA’ê xebatên xwe li gorî veguherînên şoreşê pêş dixe

18/06/2025
Roja Cîhanê ya Rakirina Şîdeta Zayendî di şeran de
ROJEV

Roja Cîhanê ya Rakirina Şîdeta Zayendî di şeran de

18/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.