Ji bo pêşîgirtina li kombûna li ber derê firûnan, şêniyên navçeya Dirbêsiyê bi riya komînan nan digirin.
Ji despêka qedexeya derketina derve û girtina tedbîrên hişyariyê li dijî vîrûsa Korona, li navçeya Dibêsiye biyar hat dayîn ku şênî nan ji firûnnan negirin, ji komînan bigirin. Şênî ji biryarê razî ne û diyar kirin ku wê biryara qedexeya kombûna li pêşiya firûnan bînin cih.
Şêniyê bi navê Îbrahîm Helebî got, vîrûsa Korona li seranserê cîhanê belav bûye. Rêveberiya Xweser ji bo wê biryara qedexeya derketina derve da. Her sibeh em diçin komînê nanê xwe digirin. Ev biryareke baş e. Lewre li pêşiya firûnan gelek qerebalix çêdibû. Ev jî li ser jiyana şêniyan xeter bû.”
Welatiyê bi navê Ezîz Hemê jî diyar kir ku bi biryarê razî ye û got, em rojane nanê xwe bi riya komîna taxê digirin. Ev tişt ji bo me baş e.






