Thursday, June 19, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li Cizîrê bihayên meywe û sebzeyan hatin diyarkirin

27/03/2020
in Uncategorized
A A
Li Cizîrê bihayên meywe û sebzeyan hatin diyarkirin
Share on FacebookShare on Twitter

Piştî gelek giliyên welatiyan têkildarî bilindkirina bihayê xwerek, rêveberiya giştî ya zimhêrê bihayên meywe û sebzeyan diyar kirin û diyar kir ku kesên biryarê pêk neynin wê werin cezakirin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li gorî biryarnameya hevserokatiya Rêveberiya Xweser qedexeya çûnhatinê dewam dike. Lê nexweşxane, navendên tenduristiyê yên giştî û taybet, rêxistinên navneteweyî, Heyva Sor û Xaça Sor, dermanxane, komîteyên dezenfektekirinê, xebatkarên paqijiyê, firûn, dikanên xwerek, erebeyên veguhastina xwerek, şîrê zarokan û stêrên sotemeniyê vekirî dimînin.

Ji bo ku keysbazî çênebe û bihayê pêdiviyan neyê bilindkirin, Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê bi hevkariya rêveberiya giştî ya zimhêrê ji 24ê Adarê ve dest bi gerên li nava sûkan kir. Wê ev heta bidawîkirina qedexeya çûnhatinê dewam bike.

Hat diyarkirin ku bihayê sebzeyan bilind e. Ji ber wê rêveberiya giştî ya zimhêrê lîsteya sebzeyan li herêma Cizîrê eşkere kir û diyar kir ku kesên li gorî wê tev negerin, wê werin cezakirin.

Rêveberiya giştî ya zimhêrê bang li welatiya kir ku kesên li gorî lîsteyê tev negerin wan agahdar bikin. Rêveberiya giştî ya zimhêrê li 160 dikanên xwerek mûxalefe xist û bi dehan dikanên li gorî lîsteyê tev nageriyayîn girtin.

Rêveberiya giştî ya zimhêrê da xuyakirin ku eger di lîsteyê de guhertin çêbe, wê ragihînin.

 

Post Views: 36
ShareTweetPin

Herî Dawî

9’emîn Pêşangeha Hunera Şêwekariyê ya Rojava bi dawî bû
NÛÇE

9’emîn Pêşangeha Hunera Şêwekariyê ya Rojava bi dawî bû

19/06/2025
Belavkirina sotemeniya germikirinê ya sala 2025 û 2026’an hatiye destpêkirin
CIVAK Û JIYAN

Belavkirina sotemeniya germikirinê ya sala 2025 û 2026’an hatiye destpêkirin

19/06/2025
Îran di navbera êrîşa DYA û destpêşxeriya Rêber Apo de
ROJEV

Îran di navbera êrîşa DYA û destpêşxeriya Rêber Apo de

19/06/2025
Yek ji stûnên helbesta kurdî li Rojavayê Kurdistanê; Seydayê Keleş
ÇAND Û HUNER

Yek ji stûnên helbesta kurdî li Rojavayê Kurdistanê; Seydayê Keleş

19/06/2025
YRA’ê xebatên xwe li gorî veguherînên şoreşê pêş dixe
ROJEV

YRA’ê xebatên xwe li gorî veguherînên şoreşê pêş dixe

18/06/2025
Roja Cîhanê ya Rakirina Şîdeta Zayendî di şeran de
ROJEV

Roja Cîhanê ya Rakirina Şîdeta Zayendî di şeran de

18/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.