Vîrûsa Korona li seranserê cîhanê belav bû. Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tedbîrên xwe girtin û hewl dide vîrûs derbasî erdê wan nebe. Li Rojava komîn pêdiviyên civakê pêk tînin û wan li malên wan diparêzin.
Vîrûsa Korona li seranserê cîhanê kêlî bi kêli belav dibe. Li gorî daneyên dawî li cîhanê jimara kesên pê ketîn gihîşt 532 263 kesan. Jimara kesên bi vîrûsê mirîn gihişt 24 090 kesan. Li Tirkiyê jî jimara kesên mirîn gihişt 75 kesan. Jimara kesên bi vîrûsê ketîn jî 3 hezar û 629 e.
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê vîrûs hê nehatiye dîtin. Bi taybetî hêzên parastinê û Komînên bajêr û navçeyan ketine nava kar û ji bo parastinê gel di malên wan de diparêzin û pêdiviyên wan bixwe pêk tînin. Hem hêzên asayişê, hem komînên tax, navçe û bajêr di asta herî jor de tedbîr girtine. Li herêmê lepik, maske û amûrên parastinê li gel belav dikin.
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştî 23’yê Adarê qedexeya derketina kolanan hat îlankirin. Li Herêma Şehbayê jî qedexeya kolanan hatiye îlankirin. Gel pêdiviyen xwe bi alîkarî û hevkariya komînan temîn dike. Li herêma Şahba bi sedhezaran welatiyên Efrînê dijîn. Komîn pêdiviyên welatiyan ên jiyanî pêk tînin.