Ekîn Ronî
Hêvî û Yekta.. Du çalakkerên azadiyê, wijdanên civakê, endamên Dibistana Çand û Hunerê ya Şehîd Sefkan, du gerîla, du hunermend, yên li çiyê radihêjin tevir û bêrê û her derê dikin dik, yên li wir lîstikên xwe dilîzin.
Du Kurdên çiyayî, yek Hêvî yê din jî Yekta…
Du mirovên çiyayî yên ku yek bi qasî Botanê yê din jî bi qasî Dêrsimê bilind, du hevrê, du hevriyên hunermend, du mirovên şoreşger.. 27’ê Adarê Roja Şanoyê ya Cîhanê, roja Yekta agir berdayî bedena xwe.
27’ê Adarê dibe dema ku Newroza hunerê ava dibe û agirê hunera azad a gelan pê dikeve. Sala 2004’an tiştên diqewimin, wateya 27’ê Adarê mezin dikin, wateyên nû û azad tevlî wê dikin.
Hêvî û Yekta.. Du çalakkerên azadiyê, wijdanên civakê, endamên Dibistana Çand û Hunerê ya Şehîd Sefkan, du gerîla, du hunermend, yên li çiyê radihêjin tevir û bêrê û her derê dikin dik, yên li wir lîstikên xwe dilîzin. Ji bo ku dibistan û akademiyên çand û hunerê li her dera Kurdistanê belav bibin, ketin ser riyan, coşa teşekirina civakê ya bi hunerê di dilê xwe de digerînin. Bi çakûçê di destê xwe de rastiya me ya hunerê bi agirê Newrozê dikutin, ew şervanên hunerê yên rastî ne.
Sala 2004’an… Serdemeke girîng a Tevgera Azadiyê ya Kurdan…
Hêvî û Yekta… Adar û Tebaxa sala 2004’an ji bo têkbirina komplogerên navneteweyî, bedena xwe kirin sîper û banga berxwedanê li hunermendan kirin. Li hemberî tasfiyekaran hêrs bûn, xwediyên rastî yên rêwîtî û lêgerîna azadiyê, kedkarên mezin ên şanoya Kurdan û xeta me ya hunerê…
Ew li Mexmûr û Rojava bûbûn hunermendên azad ên gelekî ku dixwaze bibe pêşengê çanda mirovatiya nû.
Heval Yekta dibêje, “Ev serdemeke gelek dijwar e, lê ewqas jî biheybet û bilind e. Di vê pêvajoyê de diyar e ku bi fedakarî û xebateke mezin peywir û xizmet li ber me ne û divê em bi eşqeke mezin karê li ser milê xwe pêk bînin. Vê çalakiya xweşewitandinê ya ku ezê bikim ji bo hevalan vexwendineke ji bo cîddîyetêye, lêborîna ji gelê me û hem jî ji bo silavkirina şehîdê Efrîn û Qamişlo û ji bo berxwedana li Îmraliyê ya Rêbertiya me ye.”