Belavbûna vîrûsa Korona (COVID-19) li seranserê cîhanê tirseke mezin belav kir. Hema hema jiyan bi tevayî rawestand. Lê ev ne cara yekê ye ku nexweşiyên bi vî rengî tên sere mirovayiyê, berî niha jî gelek nexweşî derketibûn. Gelo mirov ji wan nexweşiyan çawa rizgar?
Di dîroka mirovayiyê de gelek nexweşî derketine ku xetera wan ne kêmî ya Koronavîrûsê bû. Lê tevî xetera wan a mezin ya li ser tenduristiyê û belavbûna berfireh jî mirov ji wan rizgar bûn. Gelo wê Koronavîrûsa nû bê kontrolkirin yan wê weke nexweşiyên bere wê bi milyonan mirovan bide ber xwe?
KULAREŞ (EL-TAÛN/ MIRINA REŞ) NÊZÎ 25 MILYONÎ MIROV KUŞTIN
Nexweşiya Împaratoriya Roma ya dawiya serdema malbata Antonî, di navbera salên 165 û 190`î de derket û li parzemîna Ewropa, Asya û Afrîkayê belav bû. Nexwşî bi navê Kulareş ango Mirina Reş (El-Taûn) hat binavkirin û kesûn pê ketîn ji sedî pênciyên wan mirin.
Sala 1334an nexweşiya bi navê Mirina Reş (El-Taûn El-Ezîm) ji Çînê dest pê kir û heta Stenbol û seranserê Ewropayê belav bû. Ji ber vê nexweşiyê ji sedî şêstê Ewropiyan mirin.
Di serdema nûjen de, salên 60î yên sedsala 19an Kulareş ji Çînê dest pê kir û li Hong Kongê belav bû. Heta dawiya wê sedsalê û destpêka sedsala 20an dewam kir. Nexweşî ji cerdûnê di kêştiyan de belav dibû. Di wê nexweşiyê de jî 10 milyon kes mirin.
XURÎ
Nexweşiyeke vîrûsî ye ku ji ber vîrûsa “Variyolla” çêdibe û lekeyan dike heb û pişt re şûnbirînên kûr çêdike. Ji ber vê nexweşiyê kesên pê ketîn ji sedî sî mirine. Yên nemirîn jî kor bûne. Ev vîrûs jî bi koxik, bênijîn, cilên gemar û nivînan belav dibû. Tê texmînkirin ku nexweşiya Xuriyê li Hiindistan û Misirê berî 3 hezar salî dest pê kiriye, piştî demekê bi riya bazirganiyê li Asya, Afrîka û Ewropa belav bûye.
KOLERA
Kolera sedsala 19an (1816) ji Delta çemê Xanc li Hindistanê dest pê kir û li seranserê cîhanê belav bû. Ji ber wê nexweşiyê li seranserê cîhanê bi dehmilyonan mirov mirin.
Li Hindistanê di navbera salên 1817 û 1860`î de ser 15 milyonî re, di navbera salên 1865 û 1917`an de jî 23 milyon kes mirin. Li Rûsya jî heman demê ser 2 milyonî re mirin.
Nexweşiya heftan nexweşiya sala 1961ê li başûrê Asya derket. Sala 1971ê de gihîşt Afrîka û sala 1991ê li her du parzemînên Amerîkayê belav bû. Li gorî lêkolînvanan, salane li derdora 1,3 heta 4 milyon kes bi nexweşiya Kolêrayê dikevin. Li Afrîkayê ji sedî 5, li cihên din kêmî ji sedî 10an dimirin.
ÊNFILWANZA
Ênfilwanza jî yek ji wan nexweşiyan e ku vîrûsekî xurt e û salane li seranserê cîhanê belav dibe. Ji ber vê nexweşiyê, nêzî milyonek kes mir.
SARS
Bi nexweşiya nefesê ya tûj û giran tê naskirin. Sars nexweşiyeke vîrûsî ya nefesê ye û çavkaniya wê lawir in. Li Çînê dest pê kir û li seranserê cîhanê belav bû.
Li seranserê cîhanê ser 3 hezar kesî re bi vê nexweşiyê ketin û 861 kes mirin.
AIDS
Sala 1976`an de li Kongoyê derket û li seranserê cîhanê belav bû. Ji ber ADIS`ê 35 milyon kes mirin. Diyar bû ku ev nexweşî li bajarê Kinshasa yê komara Kongoyê ya Demokratîk derketiye.
EBOLA
Nexweşiya Ebola li Gîneyê derket û li Lîbîriya û Sîryalyonê belav bû. Piştre bi navê “Vîrûsa Ebola ya rojavayê Afrîkayê” hat naskirin û nêzî 6 hezar kes ji ber mirin. Sala 2018`an jî careke din li komara Kongo ya Demokratîk derket û 2 hezar û 200 kes ji ber mirini.
Niha jî Koronavîrûs derketiye û li seranserê cîhanê belav bûye. YEHYE EL-HEBÎB-ANHA