Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Sivîl a Reqayê di çarçoveya tedbîrên li dijî Koronavîrûsê ya nû (Covid-19) de, 400 dibistanên bajêr û gundewaran dezenfekte kirin.
Hevserokê Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Sivîl a Reqayê Muhened Kakecî diyar kir ku komîteya Tenduristiyê li dijî Koronavîrûsê tedbîrên xweparastinê girtin û got, li bajarê Reqayê û gundewarê wê heta niha ti bûyer nehatine belgekirin.”
Kakecî da zanîn ku armanc ji qedexeya derketina derve, sivikkirina kombûnan e da bikarin cihên giştî yên bajêr, nexweşxane û saziyan bi tevayî bi dermanan pak bikin.