Komîteya Rêveber a PKK’ê, bi pêmana Hefteya Lehengiyê bi peyemekê diyar kir ku Kurd hefteya navbera 21 û 28’ê Adarê pîroz dikin û berxwedêran bîr tînin.
Komîteya Rêveber a PKK’ê bi sernavê “Ji Mazlûm heta Mahsûm pira berxwedanê ya azadîparêz” peyamek weşand û bang kir ku her kes li dijî mêtîngeriyê li dora şehîdên berxwedanê kom bibe, faşîzmê hilweşînin, tecrîdê bi dawî bikin û demokrasî û azadiyê bi dest bixin.
Peyama PKK’ê ya li ser Hefteya Lehengiyê wiha ye:
“Rastiya lehengiyê berî her tiştî dîroka vejîna gelekî ye. Di nava gelek gelên cîhanê de kêliyên wiha dîrokî hene. Eger gelek hê nû derdikeve ser dika dîrokê û xwedî pêşengan e, herwiha eger gelek li ber tinebûnê ye û metirsiya qirkirinê li ser heye, dema hin radibin û li dijî vê sekna berjêr disekinin, eger wî gelê li ber koletiyê dixin ser riya azadiyê, li wir qehremanî heye.
Li xaka Kurdistanê di nava du sed salên dawî de bi taybetî di nava sed salên dawî de zora qirkirina çandî heye. Li dijî Kurd û Kurdistanê rojane qirkirina çandî tê kirin. Darvekirina Qazî Mûhammed, Peymana Cezayîrê, Helebce, Enfal, komkujiyên Gazî, Qamişlo û Efrînê çend ji van êşên dîroka me ne.
Ji ber wê meha Adarê ji bo Kurdan bûye meha komkujiyan, lê di heman demê de ji bo Kurdan meha destpêka biharê ye, meha berxwedanê ye, meha hişyariya li jiyan û vejînê ye.
Ya ku ev berxwedan bi rengekî lehengiyê gihandî asta herî bilind, dilsoziya bîranîna Mazlûm Dogan û Mahsûm Korkmaz-Egîd e ku Mazlûm Dogan li zindana Amedê bi sê derbikên neftikê Newroz pêşwazî kir û Mahsûm Korkmaz jî 28’ê Adara 1986’an li Gabarê şehîd bû.