Medya Uren-Rengîn Azîzoglu
Lîstikvana şanoyê Rûgeş Kiliç 27’ê Adarê roja şanoya cîhanê li Kurdan û cîhanê pîroz kir. Rugeşê di axaftina xwe de got şano hafizeya civakê ye divê zindîbûna wê were parastin.
Yekîtiya Şanoya Navneteweyî sala 1961’ê di Konferansa 9. ya Enstîtûya Şanoya Navneteweyî (İTİ) de hat pejirandin. Fikrê roja Şanoyê ya Cîhanê li wir hat vegotin. Piştî wê, sala 1962’an 27’ê Adarê li Parîsê Şanoya Navneteweyî vebû. Ji wê rojê ve ev roj wek Roja Şanoyê ya Cîhanê her sal tê pîrozkirin. Bi pêmana pîrozkirinê her sal metnek ji aliyê lîstokvanekî/ê şanoyê ve tê amadekirin. Ev metin bi her zimanî tê wergerkirin û di wê rojê de tê xwendin. Ji Stembolê endama koma Teatra Jiyana nû Rugeş Kirici û ji Wanê endama Koma Şanoyê aTeatra Mencel Perînas Delazy bi pêmana pîrozkrina Roja Şanoyê ya Cîhanê ji ajansa nûçeyan Jin News re axivîn.
Rugeş, wiha axivî: “ev roj cejna şanogeran e. Ji bo pîrozbayiyê her sal kesek navdar metnekê dinivîse, em jî wek şanogerên Kurd bi kurdî metna xwe dinivîsin û parve dikin. Lewre ev roj jiyanandina şanoyê ye. bi wê pêmnê di wê rojê de em wek dildar lîstikên şanoyê pêkêşî gel dikin.
Şanoger Perînas jî diyar kir ku şano zimanê vegotina êş, kêfxweşî, heskirin û tirsa civakê ye û got ji dîroka kevnar heta niha şano bûye jînker û zimanê civakan. Di guhertina şaristaniyan de her tim şanoyê rola xwe lîstiye û bûy şahida wan buyerên diqewimin. Ev tê wateya ku di hundirê xwe de hafizeyekê hildigire. Her tim mirovan tiştên bi sere wan hatine bi awayekî vegotine ku yek ji wan jî rêbaza vegotinê ya herî bibandor şano ye.”