Jîngehparêz û Mamosteyê Zanîngehê Dr. Salih Necîb, diyar kir ku vîrûsa korona weke diyardeyeke xwezayî peyda bûye û ji bo welatan dengeke ku xwezayê biparêzin û destdirêjiya mirovan a li ser jîngehê were bidawî kirin.
Jîngehparêz û Mamosteyê Zanîngehê Dr. Salih Necîb diyar kir ku qirêjbûna jîngehê bandoreke mezin li aboriya cîhanê û bilindbûna pileya germê kiriye û atmosfeteke bixeter e, lê vîrûsa korona weke dengekî hişyarkirina welatan e û ji hikûmetên welatan re got, sînorekê ji destdirêjiya li ser jîngehê re daynin.
Dr. Salih Necîb da xuyakirin ku xetera qirêjbûna jîngehê ji xetera korona xerabtir e. Lewre korona gefê li microvan temû dixwe, lê qirêjbûna jîngehê gefê li av, hewa, zîndî û aboriya cîhanê jî dixwe.
Salih Necîb got, divê plana Herêma Kurdistanê ya piştî vîrûsa korona hebe û sînorekê ji bo zêdebûna wesait û palîngehan re daynin û sûdê ji enerjiya paqij bigire.
Jîngehparêz û Mamostayê Zanîngehê Dr. Salih Necîb da zanîn ku li Herêma Kurdistanê rojane nêzîkî 6 milyon lître sûtemenî tê şewitandin, herwiha ji bo yek milyon lître sûtemenî nêzîkî 2 milyon û 500 hezar kîlogram gaza karbondîoksît tevlî hewayê dibe. Herwiha ji bo yek lître gaz jî 13 hezar kîlogram gaza karbonmonoksît tevlî hewayê dibe ku gaza jehrî ye.