Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, diyar kir ku dîtina “Tecbûreya bi lez a dîtina vîrûsa Koronayê” malê mirovayiyê tevê ye û got, em amade ne destekê bidin welatên ku dixwazin vê tecrûbeyê bi dest bixin.”
Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê roja Şemiyê di civîneke çapemeniyê de ku li hola civînan li avayiya Daîreya Têkiliyên Derve ya li bajarê Qamişlo hatibû lidarxistin, ragihand ku tecrûbeya ku dikare nexweşiya vîrûsa Koronayê ya nû di 30 çirkeyan de bibîne dîtine. Û hat gotin, ev tecûrebe bi keda hevpar a Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û peymangeha PEAS a Swêdê pêk hatiye.
Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo pêşîgirtina li belavbûna Covid -19 di nava xebatê de ye. Her dawî desteyê serkeftineke li ser asta cîhanê bi dest xist ku nexweşiya vîrûsa Koronayê ya nû di 30 çirkeyan de dibîne.
EV TEST LI SER 68 KESÊN LI WOHAN A ÇÎNÊ HATE ÇÊKIRIN
Tecbûreya Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hevkariya peymangeha PEASa Siwêdê bi dest xistî, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê desteyê ve li ser hin kesên biguman hat çêkirin û encamên baş dan. Herwiha peymangeha PEAS ev tecrûbe şand bajarê Wohan ê Çînê û li ser 68 kesên virûs bi wan re heyî çêkir. Li gorî Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa tecrûbe ji sedî 85 encamên baş dane.
Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa diyar kir ku tecrêbeya wan malê tevayiya mirovayiyê ye û ne ji bo bazirganiyê ye. Herwiha got, “pêwîstiya me di her alî de bi destekê heye ji bo ku em lêkolînên xwe pêş bixin û bixin xizmeta mirovayiyê.”