Peywira ku divê were bicihanîn ew e ku mirov bi avakirina civaka ekolojîk bersivê bide nêzîktêdayinên fetihkirin, tinekirin û dagîrkirinê yên kapîtalîzm û endûstrîyalîzmê.
Serdestiya sinayî ya li ser ekonomiyê, ku modernîteya kapîtalîst li şoreşa sinayî bar kiriye, ne ku tenê bi rengê hegemonyatiyê pêk tê, li ser yekdestiya îdeolojîk û yekdestiya desthilatê jî têsîrên girîng dike. Bi gotineke dîtir, dema ku mirov qîma xwe pê bîne ku endûstrîyalîzmê bi wateya berteng weke mentiqa teknolojîk dahurîne, wê rê li ber wê veke ku mirov kapîtalîzmê bîne ser ekonomiyê. Fonksiyona ku kapîtalîzmê li endûstrîyalîzmê bar kiriye bi giştî hilweşandina civaka ekonomîk, bi taybetî jî hilweşandina civaka çandinî-gundîtiyê ye. Endustrîyalîzm di vê mijarê de bi rengê yekdestiya îdeolojîk û yekdestiya desthilatê sazkar e. Her ku civaka ekonomîk ji hev difeşkile, qanûna karê azamî ya kapîtalîzmê sazkar dike. Ev jî bi yekdestiya netew-dewletê re di nêv hev de geş dibe. Heta ku mirov dahurandina kapîtalîzmê li ser sê lingên modernîteyê neke, mirov nikare xwe jê dûr bigire ku li ser navê zanista sosyal di polîtîkaya pratîk de şaşiyên sereke neke û rê li ber kêmasiye bigire.
ZINDIYÊ NE EKOLOJÎK NIKARE XWE JI TASFIYEBÛNÊ XILAS BIKE
Endûstrîyalîzm bi gewherê xwe tê maneya ku rêgezên teorîk-pratîk ên fizîk, kimya û biyolojiyê li ser civakê, bi taybetî jî li ser avayiya wê ya aborî bi cih bîne. Ev jî bi xwe re redkirina sirûşta civakî tîne. Sirûşta civakî pergala ku tim li pey karê azamî ye nikare zêdetir ragire. Takekesîtiya kapîtalîst vê rasteqîniyê piştrast dike. Rêgezê sazkarbûna sirûşta civakî resen in. Bi rengê sinc û polîtîkayê sazkar dibe. Nêzîktêdayina endustrîyalîst zû yan jî dereng divê sazkarbûna sincî û polîtîk tasfiye bike. Ji bêkarî li nav ekonomiyê, ji krîz û jevcihêbûna dahatê berpirs e. Sedemên sereke yên ku ekolojiyê dizên, ji ber vê rasteqiniya endustrîyalîzmê tên, ku bi kurtasî hate pênasekirin. Civaka serdema endustrîyel, li tevayiya qadan bê geşkirina ekolojiya xwe nikare jiyana xwe bidomîne.