Yekîtiya Karnebdên Kurd a li Ewropayê (AKEE) ji bo koronavîrûsê bi daxuyaniyeke nivîskî banga hevgirtinê kir.
Di daxuyaniyê de ev xal hatin diyarkirin:
“Me AKEE biryar da ku ji bo demekê giraniya xebata xwe bidin ser derfetên alîkariyê û ji endamên xwe re bibin rêber. Di vê dema zehmet de divê em bibin stûna şîrketên endamên xwe.
Emê endamên xwe derbarê koronayê de agahdar bikin û dema qanûnên aborî yên Elmanyayê werin guhertin emê endamên xwe serwext bikin. Emê piştgiriyê bidin tevayiya endamên xwe û emê li riyên çareseriyê bigerin.