Ev bû salek ku QSD’ê gundewarên rojhilatê Dêrazorê ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirine. Piştî şkandina DAIŞ jinên herêmê bi rêxistinê dibin hêza sereke ya civakê.
Jin, li rojhilatê gundewarên Dêrazorê, ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ`ê yên salên 2014-2019an, gelek êş û zehmetî kişandin. Çeteyan, lixwekirina cilên reş bi ser wan de disepandin û nedihiştin bêzilam ji malê derkevin.
Piştî ku herêm ji DAIŞ’ê hat rizgarkirin jinan xwe birêxistin kir û bûn hêza sereke ya civakê.
Endama rêveber a Komîteya Jinan a bajarê Hecînê Nûr Sultan, derbarê mijarê de wiha axivî: “Rola jinan di dema DAIŞ`ê de qels bû û hema hema tine dihatin hesibandin. Gelek zehmet bû ku jin li derveyî sînorên mala xwe kar bike. Lê niha xwe birêxistin kirine û bûne hêz. Jinan di heman demê de di saziyên Rêveberiya Xweser de jî cih girt. Ji tecrûbeyên jinûn li herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê sûd girtin.”
Nûr Sultan wiha axaftina xwe wiha domand: “Piştî rizgarkirina herêmê Rêveberiya Xweser derî li pêşiya jinê vebû ku kar bike û pişta xwe bide hêza xwe ya cewherî. Destpêkê me sazî û meclis ava kirin. Her ku dem derbas bû tevlêbûna jinan jî zêdetir bû. Bi destpêkirina avakirina meclisên sivîl û saziyan, jinê dest bi kar kir. Êdî di meclis û saziyan de ji bo jinê cihekî taybet yê karûbarên wê çêbûye.
Nûr Sultan got, ya bala mirov dikişîne rêjeya bilind a tevlîbûna jinan di saziyên mîna şaredarî, perwerde, tenduristî, siyaset û di Hêzên Ewlekariya Hundir de. Li gorî berpirsên wan saziyan rêjeya tevlîbûna jinan gihîştiye ji sedî 50î.
Tevî wê jî saziyên jinan yên taybet hene. li Dêrazorê meclisên jin û komîteyên jin ên ku li her bajarokek û navçeyek rojhilatê gundewarên Dêrazorê kar dikin hatine avakirin.
Hevseroka Meclisa Herêmî ya bajarê Hecînê Ayde Colan jî diyar kir ku herî zêde jinên ku hevjînên wan şehîd bûne û barê malbatê hemû ketiye ser milê wan, zehmetiyan dikişînin. Colan got: “Ev rêje pir bilind e, digihêje ji sedî 80’yî. Ji bo ku bikarin zarokên xwe xwedî bikin, pêwîstî bi projeyên aborî heye.”