Rêveberiya Kongreya Star bi daxuyaniyekê bang li welatiyan kir ku bi awayekî cidî nêzî hişyarî û perspektîfên Rêveberiya Bakûr û Rojhilatê Suriyê yên têkildarî vîrûsa Koronayê bibin.
Di daxuyaniyê de
wiha hat gotin:
“Vîrûsa korona (covîd-19) ku hatiye asteke wisa ku mirovayiyê tehdît dike, weke tê zanîn destpêkê di dawiya meha Kanûn´ê ya 2019´an de li bajarê Çînê Wuhanê hat dîtin û roj bi roj bileztir belav dibe. Rojane jimara kesên ji ber vê nexweşiyê jiyana xwe ji dest didin zêde dibe. Eger destpêkê vîrûsa korona li dinyayê cîdî bihata girtin û bi taybetî jî pêşî li belavbûna wê bihata girtin wê rewşeke wiha dernaketibûya. Herwiha eger di warê belavbûna nexweşiyê de civak bihata agahdarkirin, bi tevlîbûn û piştgiriya civakê mûmkin bû pêşî li vê rewşê were girtin.
Ji bo em pêşî li nexweşiyê bigirin divê berî her tiştî em van pêk bînin:
* Her biryara hatî girtin divê em weke biryara xwe bibînin û li gorî wê tevbigerin.
* Ji bo paqijiya hewaya malê, divê pencereyên malan werin vekirin.
* Tevî paqijiya malê ya giştî, cihên ku zêde tên bikaranîn (destikê deriyan, destşo, serşok hwd.) baş werin paqijkirin.
* Pîr û kal û kesên xwedî nexweşiya domdar ku li hemberî vîrûsê destpêkê di xeterê de ne divê dernekevin derve û bi tecrîda civakî xwe biparêzin.
* Ji bo pêkanîna pêdiviyên jiyanî divê herî zêde kesek derkeve derve.
* Berhemên heywanan yên xav û baş nepijiyayîn divê neyên xwarin.
* Di paqijiya şexsî de divê dest bi ava germ û sabûnê baş werin şûştin.
* Divê fêkî û şînayî bi ava zêde baş werin şûştin.
* Ji bo tendûristiyê divê av pir were vexwarin, fêkî û şînayî were xwarin.
* Divê be nîvîsa doktor ti derman neyên bikaranîn û di rewşeke biguman de navendên tendûrîstiyê werin agahdarkirin.
* Di dema koxik û bêhnijînê de divê dev bi destmalê were girtin û destmal careke din neyê bikaranîn.
* Heta ji dest were destê xwe nedin çav û devê xwe.
* Divê li cihê qelabalix zêde sekin çênebe.”