Friday, June 20, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Jin bingeha avakirina civaka gundan e

25/03/2020
in Uncategorized
A A
Jin bingeha avakirina  civaka gundan e
Share on FacebookShare on Twitter

Bi ruhê jiyana komînal jinên gundan ji bo pêşketina kar û xebata çandiniyê alîkariya hev dikin û dibêjin, em bi kar û xebata çandiniyê pêşiya belengaziyê digirin.
Di civaka xwezayî de jinê çandinî pêş xist û civak bi rê ve dibir. Lê piştî derketina tebeqeyan sîstemên desthilatdar civak belav kir û bi avakirina bajaran çanda çandiniyê kêm bû. Lê çanda civaka xwezayî di kesayeta jinên li gundan de zindî ye û ji bo pêşketina çandiniyê di nava kar û xebatê de ye.
Li gundê Til Sexirê yê bajarê Hesekê, jina bi navê Ayşe Îsa (42) diyar kir ku parastina xebata çandiniyê girîng e û wiha axivî: “Ez dayîka 4 zarokan im, hevjînê min jî astengdar e. Em bi çandiniyê û xwedîkirina sewalan, debara xwe dikin. Em pir ji karê xwe hes dikin. Jin bi xwezayê ve girêdayî ye, lewre xweza û jin her du jî afrîner in.”

‘JİYANA KOMÎNAL Dİ JİYANA GUNDAN DE ZİNDÎ YE’
Ayşeyê behsa ruhê civakê kir û wiha got: “Li gundan jin bi ruhê jiyana komînal alkariya hev dikin. Ya ku jiyana gundan xweş û geş dike jiyana civakî ye ku her kes alîkariyê dide hev.”
Jina bi navê Xeyriya Ehmed jî wiha axivî: “Jin bingeha avakirina civakeke saxleme. Kar ne jê mêran tenê ye. Ji dîrokê ve jin ji bo xwedîkirina zarokên xwe, afirandina dermanan û birêvbirina civakê kar û xebatê dike. Di jiyana gundan de jin xwedî rolek çalak e. Emê bi kar û xebatê pêşiya birçîbûn û belengaziyê bigirin.”

‘Jİ BO ALÎKARİYA CÎRANA XWE KAR DİKİM’
Xeyriyayê bal kişand ser amadekariya şînkayiyên demsalê re û wiha got: “Me şitilê bacanan çandine, herwiha me beqdenûs, xes û sîr jî çandine. Îro ez hatime alîkariya cîrana xwe da em giya ji nava sîran rakin û bidin sewalên xwe.”
Xeyriyayê axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bi kar û xebata çandiniyê em pêdiviyên xwe yên jiyanê peyda dikin her wiha em rê li pêşiya belengaziyê digirin.”

Post Views: 34
ShareTweetPin

Herî Dawî

9’emîn Pêşangeha Hunera Şêwekariyê ya Rojava bi dawî bû
NÛÇE

9’emîn Pêşangeha Hunera Şêwekariyê ya Rojava bi dawî bû

19/06/2025
Belavkirina sotemeniya germikirinê ya sala 2025 û 2026’an hatiye destpêkirin
CIVAK Û JIYAN

Belavkirina sotemeniya germikirinê ya sala 2025 û 2026’an hatiye destpêkirin

19/06/2025
Îran di navbera êrîşa DYA û destpêşxeriya Rêber Apo de
ROJEV

Îran di navbera êrîşa DYA û destpêşxeriya Rêber Apo de

19/06/2025
Yek ji stûnên helbesta kurdî li Rojavayê Kurdistanê; Seydayê Keleş
ÇAND Û HUNER

Yek ji stûnên helbesta kurdî li Rojavayê Kurdistanê; Seydayê Keleş

19/06/2025
YRA’ê xebatên xwe li gorî veguherînên şoreşê pêş dixe
ROJEV

YRA’ê xebatên xwe li gorî veguherînên şoreşê pêş dixe

18/06/2025
Roja Cîhanê ya Rakirina Şîdeta Zayendî di şeran de
ROJEV

Roja Cîhanê ya Rakirina Şîdeta Zayendî di şeran de

18/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.