Li başûrê Efxanistanê di êrîşekê de ku tê texmîna rêxistina Taliban kiribe, 24 çekdarên Efxanistanê hatin kuştin.
Rayedarên Efgxnistanê ji AFP’ê re ragihandin ku herî kêm 24 endamên ewleyiya Efxanistanê îro di êrîşa li dijî baregehên wan yên li başûrê welat de hatin kuştin.
Berdevkê hikumetê Hakim Zabil Rihmellah Yarmil wiha got: “Saet 3’yê sibehê bi dema Greenwichê 24 endamên hêzên polîs û ewleyiya Efxanistanê di encama êrîşa kesên nenas de şehîd bûn.”
Serokê bajarê Zabil Eta Canheq piştrast kir ku ev êrîş girêdana wê bi Tevgera Talîban re heye.






