Ehmed El-Mismarî got “Erdogan xelîfeyê çalak ê terorîstan e û gelek Tirk û çeteyên Sûrî li Lîbyayê hatine kuştin.”
Berdevkê artêşa nîştimanî ya Lîbyayê Ehmed El-Mismarî, roja Yekşemê di civîna çapemeniyê ya li paytexta Misirê Qahîreyê de têkildarî destwerdana dewleta Tirk li Lîbyayê ku ji 2014’an ve bi nepenî çêdibû, lê niha eşkere bûye, axivî û diyar kir ku serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan “xelîfeyê çalak ê terorîstan” e.
El-Mismarî da zanîn ku artêşa Lîbyayê di serî de Ebû El-Ebas El-Dîmeşqî, gelek Tirk û çeteyên sûrî yên girêdayî Erdogan ên li Lîbyayê kuştine û wiha dewam kir: “Nexweşiya mêtîngehkirina gelan ji nexweşiya Koronayê bixetertir e, me biryar da ku tevayiya hêzên dewleta Tirk, çeteyên sûrî û biyanî ji Libyayê derxin.”
Têkildarî mijarê El-Mismarî diyar kir ku hêzên çekdar ên Lîbyayê di hundirê taxên Terablusê de hene û got, wê her tişta girêdayî Tirkiyê wêran bike
El-Mismarî da xuyakirin ku petrol û gaza Lîbyayê tev niha di binê serweriya Artêşa El-Wetenî ya Lîbyayê de ne û got, ya terorê li Lîbyayê dike Tirkiye ye.
El-Mismarî da zanîn ku Erdogan heftane ji 300 heta 400 çeteyî dişîne rojavayê Lîbyayê, her wiha nêzî 2 hezar terorîstên Cebhet El-Nusra û DAIŞ’ê jî şandine.






