Bi hatina meha Adarê re xwezayê bi rengê xwe mizgîniya biharê da welatiyan. Pelên daran bişkivîn û kulîlik vebûn.
Bi hatina meha Adarê û zêdebûna germê re xweza geş bû. Li Gundên beriya Qoserê bi hatina Adarê re xweza kesk bû. Pelên daran bişkivîn û kulîlk vebûn. Bi geşbûna xwezayê û vekirina pel û kulîlkên daran xweza rengîn bû. Kulilkên darên behîv û darên din mizgîniya biharê didin welatiyan.