Tîma Diri El-Cenûb (Mertalê Başûr) piştî ku li hemaberî tîma Diri El-Cezîre bi ser ket, bû şampyona turnuvaya futbolê ya Şehîd Semîr.
Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li navçeya Til Hemîsê bi tevlîbûna 10 tîman turnuvaya futbolê bi navê “Şehîd Semîr” li dar xist. Maç li gundê Texlib ê 32 km li başûrê navçeyê hatin lîstin
Tîmên beşdarî turnuveyê bûyîn ev in; Texlib, Diri El-Cenûb, Diri Sincar, Diri Şemer, El-Zurqa, Sefane, Umiye, El-Selmase, Nisûr Umeye û Ebû Cirî.
Turnuvayê nîvê meha Sibatê dest pê kir û bi lîstika dawî ya di navbera tîma Diri El-Cenûb û Diri El-Cezîrê de bi dawî bû. Di encamê de tîma Diri El-Cenbû bi ser ket û bû şampyona turnuvaya futbolê ya Şehîd Semîr.
Şervanê Hêzên Erka Xweparastinê şehîd Semîr 14`ê Tîrmeha 2019`an li ser sînorên Sûriyê û Iraqê li ser erkê xwe şehîd bû.