Şaredariya Gel a Efrînê bi durişma “Bi paqijiyê jiyan geş dibe” dest bi hemleya paqijkirina kolanên navçeya Fafînê kir.
Roja Pêncşemê bi dehan endam û rêveberên Şaredariya Gel, meclisa navçeya Fafînê, bi durişma “Bi paqijiyê jiyan geş dibe” dest bi paqijkirina kolanan kirin.
Şaredariya gel alav û pêwîstiyên ji bo paqijkirina kolanan mîna traktor û stêrên avê peyda kirin.
Hemleya paqijkirinê wê li gundewarên navçeya Fafînê tevan ji aliyê Komîteya Xizmetgûzariyê ya komînan ve berdewam bike.
Li Zirganê jî hemleya paqijiyê dest pê kir.
Şêniyên herêmê, endamên şaredariya gel û saziyên sivîl ên navçeya Dirbêsiyê berê xwe dan navçeya Zirganê da tevlî hemleya paqijiyê bibin.
Hevseroka Şaredariya Gel a Zirganê Nofa Ebîd spasiya Şaredariya Dirbêsiyê kir ku destek da wan, bi wan re tev li hemleya paqijiyê bû û wiha axivî: “Emê bajarê xwe li hemberî şerê çeteyên dewleta Tirk paqij bikin. Emê parastina bajarê xwe û paqijiya wê bikin. Em ji êrîşan natirsin û em bi moraleke pir bilind li ber xwe didin.”