Şaredariya Gel a bajarokê Mergeda yê kantona Hesekê sererastkirina du pirên li aliyê rojhilat û başûr rojhilatê navçeyê ku 100 gundî bi hev ve girê didin, bi dawî kir. Şaredarî amadekariya projeyên zimetgûzarî yên nû dike.
Bajarokê Mergeda yê li başûrê navçeya Şedadê ya girêdayî kantona Hesekê dawiya sala 2017`an ji aliyê QSD’ê ve hat rizgarkirin. Rêveberiya Xweser ji bo peydakirina pêdiviyên jiyanî û bi taybetî yên xizmetgûzarî, kar kir.
Şaredariya Gel bermayiyên ji ber şerê çeteyên DAIŞ`ê û şerê li herêmê rakirin û bi awayekî berbiçav jiyan li bajarok vegerand.
Herwiha piştî rakirina bermayiyên şer bi hevkariya Meclisa Navçeya Şedadê dest bi sererastkirina cihên giştî li navçeyê kir ku çeteyên DAIŞ`ê ji xwe kiribûn baregeh.
Şaredariya Gel a bajarokê Mergeda sererastkirina 2 pirên di navbera gundê Qiye Sircîn û El-Selce yên 20 km li rojhilat û başûr rojhilatê bajarok in, bi dawî kir.
Her du pir zêdeyî 100 gundên li ser riya Dêrazor û Hesekê bi bajarok ve girê didin.