Idrîs Henan
Şêniyên Efrîn û Şehbayê li dijî tecrîda li ser Rêberê gelê Kurd Abdulah Ocalan rabûn ser piyan. Şêniyên Herêma Efrîn teqez kirin ku; hevdîtin tenê têrê nake. Heta ku rêberê me azad nebe wê Tirkiyê her di nava kirîzan de be.
Pêwîst e gelên Sûriyê yekîtiya xwe çêkin
Endama Meclîsa Kampa Serdem a penaberên Efrînê li Şehbayê, Leyla Îbrahîm, di vê derbarê de ji rojnameya me re axivî û ev tişt anî ziman: “Dahûrandinên rêbertiyê bi giranî civakî û rexneyên li ser şêwazê birêvebirina saziyan bûn. Careke din rêbertiya me teqez dike ku baweriya xwe heta dawiyê bi têkoşîna gel heye. Dîsa jî hişyarî daye ku pêwîst e gelên Sûriyê bi yekîtiya xwe hêza xwe çêkin. Ancax bi riya hêzê em xwe ji firtûneya Rojhilata Navî xilas bikin”.
Li Hemberî rêbertiyê em rexnedayîn didin
Leyla Îbrahîm di nava gotinên xwe de behsa hêza ku rêbertî qalê dike kir û wiha domand: “Lazim e em xwe ji hinek xisletên takekes û ezeziyê xilas bikin. Bi ruhekî kolektîv nêzî kar û xebatê bibin ku bikarin hêza xwe ya berxwedanê ava bikin. Ferd ji bo komê û kom jî ji bo kes bixebitin. Bi vî rengî jî sazîbûna xwe ava bikin. Ji dijmin pirtir li hemberî şaşîtiyan têkoşînê bikin û kêmayiyên heyî jî sererast bikin”.
Endama Meclîsa Kampa Serdem Leyla Îbrahîm di dawiyê de jî behsa rola jin û ciwanan di vê têkoşînê de kir û wiha got: “Em wek jin û ciwan li hemberî rêbertiya xwe rexnedayîn didin. Pêwîst e jin hîn zêde rêxistinbûna xwe ava bike. Ji bo me jin û ciwanên Efrînê moralek bû ku tempoya kar û xebatê wê hê bilinditr bike”.
Gotinên serokatiyê cihê moral û hêzê ne
Dayîka bi navê Îlfet Elî Berko jî ku şêniya Kampa Serdem û endama komîteya lihevanîna civakî ye, di vê derbarê de ev tişt got: “Her gotineke serokatiyê ji bo me cihê moral û hêzê ye. Ji bo serxistina têkoşînê, her peyvek rêbertiyê watedar û perspektîv e”.
Dayîka Îlfet wiha dewam kir: “Weke ku rêbertiya me gotiye pêwîst e her kesê ku rêxistinbûn û sazîbûna vê şoreşê xira dike, hesab jê were xwestin. Derveyî serxistina berxwedana gelan û şkandina tecrîda li ser rêbertiya me ti armancên me nînin. Kesê ku van nirxan binpê bike, pêwîst e berteref bibe”.
Şkandina tecrîdê erkekî exlaqî ye
Dayîka Îlfet di nava gotinên xwe de teqez kir ku rêbertiyê xeta têkoşîna wan sererast kiriye û ji nû ve pêşengiya jin û ciwanan wek şert destnîşan kiriye. Îlfet wiha bi dawî kir: “Jêdera hêza me Rêber APO ye. Erkekî me yê exlaqî ye ku em rêbertiya xwe tenê nehêlin. Civakeke kor, bê hêz, bê pî û hatibû ber keviya qirkirinê bi saya Rêber APO zindî bûye. Ji lew re em çiqas bikin jî emê her deyndarê berxwedana rêbertiya xwe bin. xwedîderketina li erkan dilsoziya bi rêbertiyê re ye”.