Ezîz Elî anî ziman ku dewleta Tirk di aloziyeke mezin re derbas dibe û dema di pêvajoyeke wiha re derbas dibe, dihêle hevdîtin bi rêber Abdullah Ocalan re çêbe, ji ber ku baş dizane ku hêza çareseriyê li cem Ocalan e.
Hîn jî dewleta Tirk a dagiker tecrîdê li dijî rêber Abdullah Ocalan dide meşandin, ev jî tê wateya binpêkirina qanûnên mafên mirovan û mafên girtiyên siyasî, her wiha nahêle malbat û parêzer bi rêber Abdullah Ocalan re bicivin.
Der barê rewşa Ocalan de gumanên gel zêde bûn û li seranserê bajarên Kurdan pêkhateyên baweriya xwe bi felsefeya rêber Ocalan tînin, daketin qadan.
Piştî bûyera şewata li Îmraliyê û bertekên gelan, dewleta Tirk rê da malbatê ku serdana Îmraliyê bikin lê dîsa gel dibîne ku ev nayê wateya ku tecrîd hatiye şikandin.
Têkildarî geşedanên piştî bûyera şewata li girava Îmraliyê û hevdîtina bi rêber Abdullah Ocalan re ANHA’yê roportajek bi endamê Akademiya Civaka Demokratîk şaxê kantona Hesekê Ezîz Elî re çêkir.
Ezîz Elî diyar kir ku destpêkê cîhan duserî bû, parçeyek NATO ya ku Amerîka serkêşiya wê dikir û Warsova ya ku Yekitiya Sovyetê serkêşiya wê dikir û di encamê de Yekitiya Sovyetê hilweşiya û Amerîka li meydanê ma, jixwe armanca Amerîkayê serwerkirina cîhanê ye û avakirina împaratoriyeke mezin e.
Ezîz Elî got Amerîka da ku projeyên xwe mîsoger bike divê ji Rojhilata Navîn dest pê bike, ji ber ku ew der navenda cîhanê ye lê di encamê de Çîn ber bi sermayedariyê ve çû û Kuba hate dorpêçkirin, lewma rê nedan kesî û sosyalîzma zanistî hilweşandin û ji kesên nûnertiya sosyalîzmê dikir, tenê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ma ku ew jî rêber Abdullah Ocalan rêbertiya wê dike.
ARMACA KOMPLOYÊ
Elî anî ziman ku gelên bindest di li cîhanê çarenûs û hebûna xwe di fikrin rêber Abdullah Ocalan de dibînin û wiha domand: “Armanca Komploya Navdewletî tunekirina Rêbertî û qirkirina gelê Kurd e lê bi saya fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan armanca komployê pêk nehat û çalakiyên bi armanca şikandina tecrîdê komplo têk bir, lê dîsa tecrîd berdewam e.
Ezîz Elî diyar kir ku armanca tecrîda li ser rêber Ocalan dûrxistina wî ji civakê ye, sala 2015`an gelek hevpeyman di navbera Ocalan û dewleta Tirk de hatin îmzekirin, lê rewşa Sûriyê bandor li van hevpeymanan kir û xwestin aloziya xwe bixin nava Sûriyê, lê ev ne tenê dewleta Tirk pê radibe, di heman demê de dewletên sermeyadar ên cîhanê jî destên xwe tê de heye.
‘ŞEWATA LI ÎMRALIYÊ PLANKIRÎ BÛ’
Elî piştrast kir ku bi armanca şikandina tecrîdê gel tê dikoşe, bûyera şewata li girava Îmraliyê ne teseduf bû, ji ber ku dewleta Tirk a dagirker dixwest berteka rêber Abdullah Ocalan, rêxistin û ya gelê Kurd nas bike.
Ezîz Elî bal kişand ser ku dewleta Tirk di aloziyekê re derbas dibe, dema dikeve aloziyê hevdîtina bi rêber Ocalan re erê dike, ji ber ku baş dizane ku rêber Abdullah Ocalan hêza çareseriya aloziyan e, piştî bûyera şewata li girava Îmraliyê bertekên gel li cîhanê pêk ve nehatin sekinandin û ji encamên van çalakiyên 8’ê Adarê hiştin hevdîtin bi rêber Ocalan re çêbe.
BANGA BERDEWAMKIRINA ÇALAKIYÊN LI DIJÎ TECRÎDÊ
Ezîz Elî wiha li axaftina xwe zêde kir: “Rêbertî di hevdîtinê de îşaret bi guhdaneke baş ji bo saziyên ji civakê re tevger dikin û Rojava û Bakurê Kurdistanê ber bi demokratîkbûnê ve diçin, divê berxwedan, azadî û demokratîkbûn domdar berdewam be, li gel vê yekê rola Rêbertî di çapemeniya azad de hebû, ji ber ku çapemenî xwedan roleke mezin û girîng e. Hêviya rêber Ocalan ji gel ew e ku gel bi vîn û israreke mezin kar û xebatê bike, her wiha kesên bi çarenûsa civakê dilîzin hişyar kir û got her hal ew ê werin cezakirin.”
Ezîz Elî di dawiya axaftina xwe de got: “Ez bang li gelê Kurd û gelên cîhanê dikim ku li dijî tecrîda li ser rêber Ocalan derkevin, ji ber hevdîtina bi Rêbertî re nayê wateya tecrîd bi dawî bûye.”