Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk Ehmed Xoce got, “Armanca me ya sereke pêkanîna yekîtiya Kurdan û avakirina Sûriyeyeke demokratîk û nenavendî ye.”
FacebookTwitterWhatsAppTelegram
Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk Ehmed Xoce diyar kir ku partiya wan piştî lidarxistina kongreya xwe meha borî stratejiya xwe ya siyasî diyr kiriye.
Xoce wiha got: “Di pêvajoya bê de emê tekoşîna xwe li ser esasê çareserkirina aloziya Sûriyê pêş bixin. Li aliyê din armaca me ya bingehî wê pêşxistina yekîtiya Kurdan be.”
Partiya Yekîtiya Demokratîk kongreya xwe ya 8`an 25 û 26`ê Sibatê lidar xist. Di kongreyê de hevserokatiya partiye, 90 endamên meclisê û 7 endamên komîteya displînê hatin hilbijartin.
Xoca di dewama axaftina xwe de wiha got: “Niha em li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di pêvajoyek nû de derbas bibin. Armanca me pêkanîna Sûriyeyeke demokratîk, nenavendî û parastina nimûneya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Herwiha em hewl didin diyalogê bi tevayiya partiyên siyasî re daynin.
Xoca diyar kir ku ji destpêka aloziya Sûriyê ve helwesta wan diyar bû û wiha axivî: “Ango riya sêyem. Me nedixwest rewş bigihîje şerekî leşkerî. Em bawer dikin ku diyalog çareseriya tekane ya vê aloziyê ye. Pirsgirêka Sûriyê wê bi riya diyaloga sûrî-sûrî bi dawî bibe, ne li derve. Ji bo wê em ji dilyalogê re vekirî ne û xebata me tev ji bo wê ye.
Xoce axaftina xwe wha domand: “Yekîtiya Kurdan armanca partiye ya sereke ye. Lewre divê di avakirina Sûriyeyeke demokratîk de mafên Kurdan misoger bibin û ev jî bi yekîtiyê dibe. Me hewl da û em hewl didin vê yekîtiyê çêkin. Bi riya avakirina Rêveberiya Xweser bi tevlîbûna gelek partiyên siyasî yên Kurd me ew tişt pêk anî. Di pêvajoya bê de ji me tê xwestin ku em ji bo avakirina helwesteke kurdî yekgirtî kar bikin. Da gelê Kurd bikare di Sûriyeyeke demokratîk de xwe bi rê ve bibe. Ev pêkhatina yekîtiya Kurdan ve girêdayî ye.