Ji bo pêşxistina werzişê, Desteya Ciwanan û Werzişê Yekîtiya Werzişê ya Herêma Firatê û meclisên werzirşê yên kantona Kobanê û kantona Girê Spî ya dagîrkirî, ava kirin.
Avakirina Yekitiya Werzişê ya herêma Firatê û meclisên werzişê yên kantona Kobanê û Girê Spî, piştî ji hevketina yekîtiya werzîşê ya kantona Kobanê pêk hat.
Avakirina yekîtiyê bi daxuyaniyekê hat ragihandin. Hevserokatiya Desteya Ciwan û Werzişê ya Herêma Firatê Bozan Berkel û Dilê Berkel daxuyanî li yarîgeha Hevaltiya Nerwêc û Kobanê (1), bi zimanê erebî û kurdî daxuyanî xwendin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
Wek Desteya Ciwan û Werzişê ya herêma Firatê, 10`ê Adara 2020`an em avakirina Dezgeha Yekîtiya Werzişê ya herêma Firatê û meclisên werzişê yên kantona Kobanê û Girê Spî, radigihînin.