Şêniyên Hesekê bi desteka Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, aloziya qutbûna avê ku dewleta Tirk ya dagîrker sedema wê bû, derbas kir. Rêveberî jî ji bo dîtina alternatîfan ji bo rewşên bi vê rengî, di nava hewldanê de ye.
Artêşa Tirk ya dagîrker 25`ê Sibatê ve av ji îstasyona Elûk (10 km li rojhilatê navçeya Serê Kaniyê) ya girêdayî kantona Hesekê, qut kir. Ji ber wê ser 700 hezarî re welatiyên Sûriyê bê av man û aloziyeke mezin derket. Piştî destwerdana Rûsyayê alozî bi dawî bû.
Îstasyona Elûk ya avê çavkaniya sereke ye ku avê dide bajarê Hesekê û navçeyên wê yên başûr. Îstasyon 30 bîrên ku sala 2013`an ketine xizmetê, bi kar tîne.
Hevseroka Gerînendetiya Avê ya Kantona Hesekê Sozdar Ehmed, ji ajansa nûçeyan Hawar re sedemên qutbûna avê diyar kirin û wiha got: “Artêşa Tirk ya dagîrker û çeteyên yên bi navê Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê piştî ku xebatkar derxistin û îstasyon sekinand, ava vexwarinê li ser bajarê Hesekê qut bû.”
Yek ji serçeteyên Artêşa Niştîmanî ya Sûriyê 25`ê Sibata borî ji rojnameya Zeman re diyar kir ku wan û artêşa Tirk herikîna ava vexwarinê ji îstasyona Elûk qut kirin.
QSD`ê ji bo çareseriyeke demkî bi sehrîcan (tanker) av li şêniyan belav kir û bîrên din yên bajêr ketin xizmetê.
Rêveberiya Xweser ji 25 Sibatê ve av ji şêniyên re peyda kir û bi sehrîcan av ji deverên wekî Til Berak, Til Hemîs û Hima dianîn û dida şêniyan.
Têkildarî mekanîzmeya belavkirina avê hevserokê Komîteya Şaredariyan û Parastina Jîngehê ya kantona Hesekê Abdulxefûr Oso diyar kir ku şaredariyên bajêr bi riya komînan û serhrîcên avê bêpere li şêniyan belav dikin û got, tevî ku îstasyona Elûk niha dixebite jî, em li taxên bajêr bîrên avê zêde dikin, herwiha emê torên avê ji çavkaniyên xwezayî yên din ava bikin.