Koçbera ji Idlibê Mervet Umer Dekuş berê xwe da Weqfa Jina Azad. Weqfê jî daxwaziya wê pêk anî û derfeteke kar jê re peyda kir. Mervet bang li tevayiya jinan dike ku serdana Weqfa Jinan a Sûriyê bikin û got, lewre piştgira rastî ya jinan li Sûriyê ye.
FacebookTwitterWhatsAppTelegram
Weqfa Jina Azad ya Sûriyê, her tim hewl dide destkeftiyên pirtir bi dest bixe. Jinên li Sûriyê ji zincîrên kevneşop yên civakî û ji şerê bi sedhezaran sivîl bûyîn qurban, xilas bike.
Bi destpêkirina çirûska şoreşê re, li seranserê Sûriyê xwepêşandan belav bûn. Bajarê Idlibê yê li bakurê Sûriyê jî yek ji ciyê xwepêşandanan bû. Pişt re di navbera rejima Sûriyê û komên çekdar de şer dest pê kir. Herî zêde sivîlan ji vî şerî zerer dît û bi hezaran koçber bûn.
Mervet Umer Dekuş (31) ji şêniyên herêma Cisir Şixur ya li bakurê Idlibê ye. Ji ber şer tevî malbata xwe bi riya Heyva Sor a Sûriyê ber bi bajarê Qamişlo ve koçber bû.
Mervet li ser koçberiya xwe ji ANHA’yê re axivî û got: “Berî şer jiyana me hinekî baş bû. Di 10 saliya xwe de ji dayîka xwe fêrî dirûnê bûm û min alîkariya malbatê kir.
Mervet diyar kir li Idlibê ji ber çeteyan û komên çekdar rewşa jinan ne baş bû û got, “Ji bo pêwîstiyên xwe yên rojane jî jinan nikarî derkevin derve. Em sala 2015’an bi riya hinek komeleyan û Heyva Sor a Sûriyê ji Idlibê derketin û hatin bajarê Qamişlo. Qamişlo herêma herî ewle ye. Me xaniyek li taxa Hîlaliye kirê kir. Pişt re ji bo kar min serî li weqfa jinan da. Wan jî ji min re karê dirûnê peyda kir.”
Mervet herî dawî got, “Piştî min dest bi kar kir, rewşa min a derûnî hat guhertin û got, hêvî dikim jinên li kar digerin, serdana Weqfa Jina Azad a Sûriyê bikin, lewre ew piştgira rastî ya jinên Sûriyê ye.