Di çarçoveya rêzekongreyên Partiya Paşrojê ya Sûriyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, roja Duşemê kongreya partiyê ya bajarê Qamişlo li dar ket.
Partiya Paşrojê ya Sûriyê 27’ê Nîsana 2018`an hat damezirandin û roja Duşemê li Hola Zana ya bajarê Qamişlo kongreya xwe bi durişma “Sûriyeke demokratîk ya nenavendî, mîsogerkirina Rêveberiya Xweser û xurtkirina QSD`ê ye” li dar xist.
Berî niha Partiya Paşrojê ya Sûriyê li herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi armanca birêxistinkirin û amadekariya kongreya giştî ya meclisa partiyê 18 kongre li dar xistin. Tê payîn ku di meha Nîsanê de kongreya giştî bê lidarxistin.
125 delegeyên Partiya Paşrojê ya Sûriyê, nûnerên partiyên siyasî yên Kurd, Ereb û Suryan, Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, saziyên sivîl û leşkerî beşdarî kongreyê bûn.






