Ne tenê li Rojava li her deverke ku kurd lê hene dewleta tirk gefan dixwe û êrîşên xwe dike. Li başrûrê Kurdistanê li gundên Biradostê yên ku car caran rastî êrîşan tê vê carê bi blafirên dron gef li xelkê wê tê xwarin û dewleta tirk nahêle welatî di nava aramiyekê de bijî.
Artêşa Tirk li gundên herêma Biradostê bi rêya dironên ku hoparlor li ser girêdabûn, gef li gundiyan xwarin û ji gundiyan re gotin divê kes nêzê cihê ku wan dagirkirine nebin.
Li herêma Biradostê artêşa Tirk bi rêya dironên ku hoparlor li ser hatibûn danîn, bi awayek nizm bi ser gundan re firandin û gef li gundiyan xwarin.
Li gorî zanyariyên ji herêmê bi destketin, leşkerên Tirk ji gundiyan re gotine ger ew nêzê cihên ku leşkerên Tirk lê bicih bûne bibin, ewê gule li wan bireşînin.
Hêjayê bibîrxistinê ye ji beriya niha jî artêşa Tirk bi heman rêbazê gef li welatiyên gundê Xelîfan, Daylan ên devera Biradostê xwaribûn






