Mihemed Şahîn
Erdogan û lijneya xwe têkçûyîna xwe ya leşkerî ya li Idlîbê bi têkçîyîna xwe ya siyasî û dîplomatîk tacdar kirin. Peymana Moskovayê ne peymana agirbestê ye, peymana têkçûn û teslîmbûna Erdogan û lijenya wî ye.
Wêneyê lijneya tirk a di binê siya Katarîna ll.’de li ber Pûtîn destên xwe danîne ser hev û amade sekinîne gelek tiştan vedibêje. Katarîna ll. di navabera salên 1762-1792 de keybanûya dewleta Rûs e. Di şerê Osmaniyan de bi ser ketiye û Kirim ji destê Osmaniyan derxistiye.
Wekî ku tê zanîn di 17’ê Îlona 2018’’an de li bajarê Soçî di navbera dewleta tirk û rûs de ji bo Idlibê peymanek hatibû morkirin. Di wê peymanê de hinek peywir û berpirsiyarî dabûn dewleta tirk. Ji wan berpirsiyariyan ên herî girîng bêçekirin û ji heremê paqijkirina çeteyên radîkal ên ku ji hêla NY ve terorîst hatibûn îlankirin û pêkanîna ewlehiya riya M4 û M5 bû. Lê dewleta tirk ew her du berspirsiyariyên xwe yên girîng û sereke neanîn cih. Parêzvaniya çeteyan kir û hewl da parêzvaniya xwe ya çeteyên terorîst û mayîna xwe ya li Idlibê wekî statûyekê bi cîhanê bide qebûlkirin.
Piştî ku dewleta Rûs, Îran û Sûriyê dîtin ku niyeta dewleta tirk nîne wan pêwirên xwe bîne cih ew bixwe ketin nava hewldanan. Bêguman hewldanên wan jî ji operasyonên leşkerî pêk dihatin.
Di pêvajoya ku operasyonên wan li Idlibê dest pê kirin de, dewleta tirk leşker û çete sewqê Lîbyayê dikirin. Hêvî û bendewariya dewleta tirk ew bû ku dewleta Rûsyayê li Lîbayayê pê re tifaqê çêke û piştgiriya wê bike. Lewre di destpêka operasyonan de dema Xan Şêxûn û Maret El-Nûman ji dest çeteyan derketin û du baregehên çavdêrî yên dewleta tirk ketin dest rejîmê, dewleta tirk bêdeng ma.
Lê piştî ku Pûtîn li Lîbyayê pişta xwe da wan û ew bi tena serê xwe hiştin hê nû dengê wan bilind bû û dest bi gefxwarinan kirin û bi artêşa xwe rasterast tevlî şer bûn. Bi tevilbûna dewleta tirk a şer, şerê wekaletan bû şerê dewletan. Şerê Sûriyeyê navxweyî vegeriya şerê Sûriyê û Tirkiyeyê. Tişta ku dewleta tirk bi şerê wekaletan nekarî bike, hewl dida ew bixwe bike. Lê di şerê Idlibê de xeynê çeteyên hevkar û tifaqên dewleta tirk tinebûn. Ew çeteyên xwe bi tena serê xwe mabûn.
Li gel ku dewleta tirk bi tena serê xwe mabû jî dev ji gefxwarin û şantajên xwe berneda. Her ku gef xwarin û tevlî şer bû, bi berdêlên giran re rûbirû ma. “Dostê” Erdogan Pûtîn her carî fatûreyên giran ên ku di her warî de “qarîzmaya” wî xêz dikirin û bi erdê ve dizeliqand lê dibiriyan. Erdogan ji bo qarîzamaya xwe ji erdê rake xwe avêt bextê NATO û Amerîkayê lê wan jî baweriya xwe pê neanî û destê xwe dirêjî wî nekirin. Dostê wî Pûtîn jî deriyên xwe lê girtibûn û daxwaziya hevdîtinê red dikir. Serokkomarê tirk Erdogan di tengasiyeke gelek mezin de, bi awayekş bêçare her roj cenazeyên leşkerên xwe pêşwazî dikir.
Belê, tenê gefxwarin di destê rayedarên tirk de mabû. Lewre 15-20 roj in di asta herî jor de li der û dorên xwe gefan dixwin û şantajan dikin. Lê ti kes guh nade gef û şantajên wan û wan cidî nagire. Şantaja wan a herî mezin paneber bûn, wê jî qet pere nekir. Heta mirov dikare bibêje li wan ziviriye.
Li gel hemû gefxwarin û şantajên Erdogan operasyonên artêşa sûriyê bênavber dewam kirin. Di encam de ji nîvî zêdetir erdnîgariya Idlibê ji destê çeteyan hat rizgarkirin. Gelek navendên girîng û stretejîk ên wekî Serakîb, Kefranbel, Maret El-Nûman, rojavayê Helebê û rêya M5 bi temamî hat rizgarkirin û ketin bin ewlehiya artêşa sûriyeyê.
Her ku herêm li çeteyan teng dibû bîhna rayedarên dewleta tirk jî teng dibû û bi hemû hêza xwe ji bo piştgiriya çeteyan bike tevlî şer dibû. Lê civakên Tirkiyeyê di şerê wanê Idlibê de îkna nebûn. Ji bo îkankirina civakan hemû rê ceribandin. Gotin; rejîma sûriyê ne meşrû ye, artêşa sûriyê li Idlibê dagirker e, heke artêşa sûriyê Idlibê dagir bike wê ewlehiya Hatayê nemînê û emê neçar bimîn Erzeromê biparêzin, em li Idilibê şerê îstîklalê didin, firqa şerê Idlîbê û şerê Çanakaleyê nîne, parastina Idlibê ji bo beqaya dewleta tirk xeta sor e û hwd.
Ji bo wê jî bi dehhezaran leşkerên xwe bi tevî tang, top û çekên herî giran şandin Idlibê. Erdogan wekî ku siltanê cîhanê be bang li Esad kir ku demildest qadên ku bidest xistine biterikîne û vegere xeta peymana Soçî. Yanî xeta beriya operasyonan a li pişt baregehên çavdêriyên leşkerî yên dewleta tirk. Heta dawiya sibatê wext dan Esad. Gotin heke Esad paşve neçe emê bi hêza xwe ya leşkerî wî paşve bibin. Meha sibatê qediya, bi destpêkirina liv û tevgera leşkerî ya dewleta tirk re balafirên rûs li leşkerên tirk da. Di destpêka hewldanê de li gorî daneyên fermî 36 li gorî daneyên heremî 160-170 leşkerên tirk hatin kuştin.
Piştî ku plansaziya xwe bi awyeke serkeftî biencam kirin û nîvê erdnîgariya Idlibê hat rizgarkirin û qarîzmaya Erdogan bi erdê ve kişiya dostê wî Pûtin daxwaza wî ya hevdîtinê qebûl kir û rêya Moskovayê jê re vekir. Roja 5’ê Adarê piştî hevdîtina 5 saet û 40 dk’yan diyar bû ku Moskov bûye cihê teslîmgirtina wan.
Dema ku em li peymana Moskovê dinêrin em çongdanîna Erdogan û lijneya wî dibînin. Bi Kurtahî peymana Moskovê ji bo rayedarên tirk nîşaneya têkçûneke mezin e. Tiştên ku rayedarên tirk li Tirkiyeyê digotin û qaşo ji bo wan şer dikirin û leşkerên xwe didan kuştin yek jî pêknehatiye. Xwestekên rûs û rejîma sûriyê hemû yek bi yek qebûl kirine û vegeriyane.
Mînak;
– Erdogan di vegera artêşa sûriyeyê ya ser xeta berê de israr dikir û ji bo wê heta dawiya sibatê dem dabû Esad. Lê di peymanê de diyar e ku artêşa sûriyê wê venegere ser xeta berê, ew jî tê wê wateyê ku baregehên leşkerên tirk ên ku dorpêçê de mane wê bi demê re bi awayekî veşartî vekişin qada bakur.
-Ji ber ku riya M5’ê (Şam-Heleb) di bin kontrola rejîmê de ye di peymanê de qet qala wê nayê kirin, yanî serweriya rejîmê hatiye qebûlkirin.
-Ji bo ewlehiya riya M4’ê (Heleb-Lazkiye) wê ji hêla bakur û başûr ve herêmeke ji 6 km’yan qadake ewlehiyê were avakirin û ewlehiya wê qadê jî ji hêla dewleta tirk û rûs ve bêgirtin. Bi kurtahî rêya M4’ê ji bo bikaranîna rejîma sûriyeyê ku heta niha meşrû nedihat dîtin bi ewle kirin. Ev jî tê wê wateyê ku ji bo çeteyan başûrê rêya M4’ê êdî qadeke bêewleye û ew qad dê bin kontrola rejîma Esad de be. Bi valakirina 12 km ji sedî 20 erdnîgariya mayî jî ji destê çeteyan têgirtin. Ev Erdnîgarî ya ku Cisr el-Şuğur û Erîha jî di navde ne ji bo çeteyan herêma herî girînge. Çeteyên ku ji Asyaya Navîn û Kafkasyayê hatine bi tevî malbatên xwe ve li vir bi cih bûne.
-Dewleta tirk digot rejîma Esad ne rewa ye û Idilibê dagir dike, dewleta rûs jî digot Idlîb erdnîgariya Sûrîyeyê ye û operasyonên li dijî wan çeteyan û bi destxistina xaka wê rewa ye. Ev nêrîna dewleta rûs ji hêla rayedarên tirk ve hatiye qebûlkirin.
-Rayedarên dewleta tirk beriya ku herin Moskovayê bi israr qala heremeke bi ewle ya tampon a ku ji 30 km pêk were dikirin. Lê di peymanê de ev xal jî tine ye. Ev daxwaza rayedarên tirk nehatiye qebûlkirin.
-Ya herî girîng, ji ber ku dewleta tirk desthilatdariya Esad rewa nedidît jê re digot “rejîma Esad” tu carî navê komarê bi awayeke rast û dirust bikarnedianî. Piştî pneymanê cara yekemîn wezîrê karên derve yê dewleta tirk M.Çavûşoglu neçar ma li pêşberê cîhanê navê “Komara Ereb a Sûriyê” bikar bîne û rêzdariya xwe ya li dijî yekparetiya wê careke din pesend bike. Ev jî tê wê wateyê ku dewleta tirk rejîma Esad bi awayeke fermî meşrû qebûl dike û muxatab digre.
-Bi kurtahî hemû daxwazên rûs û rejîma sûriyê hatin qebûlkirin û statuya ku piştî operasyonên rejîma Esad derketiye holê ji hêla rayedarên tirk ve hatiye qebûlkirin.
Di vir de ev pirsa balkêş û watedar derdikeve holê, heke weyê di bin siya Katarîna ll. de li ber Pûtîn çong danîna nexwe ew gefxwarin û şantaj ji bo çi hatin kirin û ji bo çi ew leşekrên tirk hatin kuştin?
Hewceye em bibîrbînin ku di peymanê de qet peyva “agirbestê” derbas nabe. Tenê dibêje dê aktîvîteyên leşkerî rawestin. Lê heta kengê dê rawestin ew jî nediyare. Bêguman dewleta rûs bi zanebûn peyva agirbestê bikar neaniye. Her çiqasî dewleta tirk bibêje peymana agirbestê ye jî heqîqet ne wisa ye. Ne peymaneke agirbestê yê nemayinde ye. Dewleta rûs di çarçoveya biryara NY de çeteyên Idlibê terorîst dibîne û dibêje li gorî hiqûqa navneteweyî bi terorîstan re agirbest nepêkane. Ji xwe di berdwama peymanê de tê gotin ku, dê operasyonên li dijî rêxisitinên terorîst berdewam bike. Navenda bajêr jî di navde ji sedî 90 erdnîgariya Idlibê di destê çeteyên HTŞ (El-Nusra) ku ji hêla NY ve terorîst hatine îlankirn de ye. Ew jî tê wê wateyê ku dê operasyonên rejîmê dewam bikin. Bi kurtahî diyare ku wekî peymanên din dê ev peyman jî zêde temen dirêj nebe.
Dirêjbûna peymanê hinek girêdayî helwesta Tirkiyeyê ye. Heke dewleta tirk karibe çekên çeteyên HTŞ’ê jê bistîne û wan tasfiye bike dê peymana Moskovayê temen dirêj be. Lê em hemû dizanin ku ev nepêkane.
Piştî bêhnvedanê û paqijkirina heremên rizgarkirî pêvajoyeke dijwar ya din li benda dewleta tirk e.






