Solîn Mihemed /Qamişlo
Mamosteyê Beşa Çandiniyê li Zanîngeha Rojava, Xêredîn Mûsa diyar kir ku her demsalek atmosfêreke taybet diafirîne û ev yek dihêle ku hin cureyên kêzikan derkevin holê. Di nav wan de, hin kêzik ji bo mirovan û xwezayê bikêrhatî ne, hin din jî zirareke mezin bi xwe re tînin.
Guhertina werz û demsalan, ne tenê bandorê li keşûhewayê dike, lê belê weke qanûneke xwezayî, guhertinên mezin di jiyan û tevgera cûreyên cûda yên kêzikan de jî çêdike. Li gorî pisporan, çalakiyên kêzikan rasterast bi germahiya hewayê ve girêdayî ne. Hin cureyên kêzikan hewaya germ daxwaz dikin û di bihar û havînê de herî zêde belav dibin; hineke din jî di werzên sar de li stargeh û germahiyê digerin.
Kêzikên Biharê
Bi hatina werzê biharê re, gava germahiya hewayê digihîje derdora 15 heya 20 pileyan, kêzik ji xewa xwe ya dirêj a zivistanê şiyar dibin û ji bo dîtina av û xwarinê dest bi gerê dikin. Ev demsal, di heman demê de ji bo gelek cureyan dibe dema cotbûn û zêdebûnê.
Kêzikên herî berbiçav ên vê demsalê ev in:
Mêşa Hingiv: Ev kêzika xebatkar ku di parastina hevsengiya xwezayê de xwedî roleke girîng e, bi germbûna hewayê re ji şaneyên xwe derdikeve û dest bi berhevkirina şîravê dike.
Pirpirîk : Ne tenê bi rengên xwe bedewî û zindîtiyê didin xwezayê, lê belê di bergirtina gulan de jî xwedî roleke sereke ne.
Xalxalok: Ev kêzika dostê cotkaran, bi taybetî di biharê de derdikeve ser şînatiyan û kêzikên biçûk yên zirardar yên mina kinfan dixwe.
Morî: Germbûna axê moriyan ji hêlînên wan derdixe. Ew piştî xeweke dirêj, dest bi xebateke giran a komkirina xwarinê ji bo zivistanê dikin.
Mêşên Reş û Kesk: Ji ber germbûnê bi lez zêde dibin. Ew zêdetir li ser qirêjiyê kom dibin û dibin sedema nexweşiyan .
Havîn: Demslaa herî guncaw ji bo kêzikên xeternak
Demsala havînê bi germahiya xwe ya zêde tê naskirin. Ev germahî tevgera gelek kêzik, meş û ajalên bi jehr zêdetir dike. Di vê demsalê de rêjeya mêşan li gorî biharê pir zêdetir dibe û rîskên mezin bi xwe re tîne.
Pêşû: Ji ber zêdebûna qadên şînatiyê û hebûna bermayiyên çopê, hejmara wan pir zêde dibe. Ev pêşû ji bo tenduristiyê xeternak in û dibin sedema nexweşiyên çerm û verûsî.
Kêzikên Din: Di vê demsalê de çirçirk û şeqemar jî herî zêde li derdorê tên dîtin.
Payîz û zivistan: Di werzê zivistanê de, ji ber sermaya dijwar, pir kêm kêzik li derve tên dîtin. kêzikên li ser bejahiyê, ji bo xweparastina ji seqemê, di bin axê de, di qurmên daran an jî di bin kevirên mezin de diçin xeweke kûr.
Guhertina avhewayê û derketina cureyên nû yên kêzikan

Di derbarê mijarê de Mamosteyê Beşa Çandiniyê li Zanîngeha Rojava, Xêredîn Mûsa ji rojnameya me re axivî û wiha got: “Niha di vê serdemê de, ji ber guhertinên gerdûnî yên avhewayê, hin cureyên nû yên kêzikan berê xwe dane herêmên me. Mînak; kuliyê rih-dirêj û kuliyê serî-dirêj. Ev cureyên kuliyan zirareke mezin didin şînatî û berhemên çandiniyê. Her berhemeke ku kulî pê ve diçe, ziyanê dibîne û ev yek bandoreke xerab li aboriya çandiniyê dike.”
Mûsa di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku di bihar û havînê de cûreyên pirpirîkan li ser gulan û şînatiyan pir dibin, lê li rex wan cureyên wek sirsirk, dûbişk û mêşên qirêj jî zirarê digihînin tenduristî û aramiya mirovan.”






