Farûk SAKIK
Jina ku bi salan bi koletiyê hatibû mehkûmkirin, bi derketina PKK’ê re vejiya û bi evîneke mezin, xwe bi tekoşîna azadiyê ve girê da.
Berî PKK’ê, di dîrokê de jin di serdemên cihê de, wekî takekes derketin pêş.
Li Agirî Yaşar Xanim, li Dersimê Besê, li Qoçgîrî Zarîfe, li Amedê Perîxan û li Başûrê Kurdistanê Leyla Qasim, bûn mînakên herî berbiçav yên pêşengiya jinan.
Lê ji ber ku pêşengiya civakî û yekîtiya neteweyî nehat pêkanîn, aqûbeta wan jî wekî aqûbeta serhildanan, bi dawî bû.
Heta ku di çaryeka sedsala 20’an de PKK derket ser dika dîrokê, ev pêvajo bi vî rengî meşiya.
Derketina PKK’ê bû destpêka meşa azadiyê ya Jina Kurd jî. Ev jî, di vê erdnîgariya ku mirin tê de serdest, şerekî mezin yê zîhnîyetê ye.
Rêber Apo dîroka jinê ya ku bi destê mêr hatibû nivîsandin û rastiya wê di nava rûpelên dirokê de veşartî mabû, ji nû ve radestî jinê dikir. Ocalan bi durişma; “Civaka azad bê jina azad pêk nayê” jinan dikişîne refên şoreşê.
Di serdema ku PKK wekî komek li Enqerê bû, rojekê jinek li wan dibe mêvan; Sakîne Cansiz. Û ji Dersimê hatitibû.
Vê tevgera nû û rola jinê di tevegrê de ji Alî Haydar Kaytan bihîstibû, hatibû Enqerê û tevlî nav komê bûbû.
Dema Partîya Karkerên Kurdîstan PKK, 27 Mijdara 1978’an hat damezrandin, Sakîne Cansiz li gundê Fîsê bû. Wek sembola têkoşîna jinê li wê derê bû.
Pişt re ji her deverên Kurdistanê, kesên ku ramanên Ocalan dibihîstin tevlî vê komê dibûn.
Rêber Apo banga derketina çiya li jinan dikir. Pêşketina tekoşîna PKK’ê û derketina çiyayên Kurdistanê, di jiyana jinan de jî dibû gava yekem.
Di tekoşîna gerîlayetîyê de komên jinan ku di destpêkê de, berê xwe dan Çiyayên Kurdistanê. Jinên Kurd li ser esasê nakokîyên neteweyî û çînî tevlîbûn pêk anîbûn.
Bi şehadet û tekoşîna jinan ya bê hempa, di salên 1980’yî de, êdî îddîa tekoşîna azadîyê ya jinan derketibû asteke bilind.
Şoreşgerên jin ên wekî Turkan Derîn sala 1980’yî, Besê Anûş sala 1981ê, Adîfe Sakik û Hanim Yerlîkaya sala 85’an, di dîroka têkoşîna azadiyê ya jinê de, erkên pêşengiyê girtin ser xwe.
Bi şehadeta van jinên şoreşger û tekoşîna ku hat dayîn, bingeha rêxistina jinê hat avêtin. Êdî jin hebûn û di her qada jiyanê de, ji tekoşînê re amade bûn.
Jinên Kurd di destpekê de bi armanca neteweyî tevli nava refên PKKê bûn û hêdî hêdî, bi gihîştina zanista zayendî û bi tecrûbeyên xwe yên piratîk, xwe bi rexistin kirin.
Kongreya 3. ya PKK’ê, mudaxeleya li dijî pîvanên jiyana kevneşop û di têkilîyên jin û mêr de jî, mudaxeleya helwestên li dijî azadiya jinê, îfade dikir.
Bi peşketin û tecrûbeyên jiyanê, jina Kurd her ku çû tekoşîna xwe ya ji bo azadiyê berfirehtir dikir û hêdî hêdî ber bi artêşbûnê ve diçû.
Bi hezaran jinan berê xwe da çiyayên azad, bi hêza ku li nava refên gerila mezin dibû, jinê care yekmîn di sala 1993’an de artêşa xwe ava kir.
Li her qada jiyanê êdî jina Kurd xwe birêxistin kir. Hêdî hêdî di nava tevgerê de û di nava civakê de jin birêxistin dibû.
Li her qada jiyanê li gorî paradîgma û felsefeya Rêber Apo ya jinê têdikoşiyan.
Piştî şoreşa rojava êdî têkoşîna jinê derbasî qonaxek nû dibû.
Êdî cîhan jî şahidî dikir ji têkoşîna jinê Kurdan re. Ev têkoşîn li gelek deverên cîhanê wek emsal dihatin dîtin. Qîm nekir hatin Rojava, hatin serî li saziyên jinan yên Kurdan dan. Li kêleka wan cih girtin û têkoşiyan.






