Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Mîsak-î mîlliya Erdoxan û Bahçelî

11/03/2020
in QUNCIK NIVÎS
A A
HINEK DÎKILÊN WILO HÊNA KU…
Share on FacebookShare on Twitter

Qasim ENGÎN

Havênê Erdoxan û Bahçelî bi îdeolojiya Senteza Tirk Îslam xemiliye. Îdeolojiya Senteza Tirk Îslam xwe dispêre Îttîhadî Terakkiyan. Îttîhadî Terakkî jî rêxistina ku Ermen, Sûryan-Keldan, Rum, Kurd û Ereb di komkujiyan de derbas kirine. Di heman demê de Îttîhadî Terakkî bi van kirinên xwe yên qirêj bûye nimûneya faşîzma Musolînî, Ataturk, Hîtler, Franko û cîhanê tevê.
Tê zanîn demek e aqilmendê Erdoxan Bahçelî û pêveka wan Perînçeke. Yek ji wan temsîla Sêva Sor yê din jî temsîla Ergenekonê dike. Sêva Sor û Ergenekon faşîzm û nijadperestiya Tirk a xwerû ye. Ji bo wê jî her gotineke van kesan pêwîst e cidî were girtin.
Bahçelî di axiftina xwe ya berî çend rojan de bi tijî dijmintî û nefret dagirtî behsa Mîsaki Mîllî- ango Sonda Neteweyî Tirk ya ku di 28 Çile 1920’an de di milê Meclîsa Mebûsan de bûbû biryar, kir.
Çi bû Mîsak-î Mîllî? Li gorî Ataturk Mîsak-î Mîllî, ev bû: ”Ev sînor li kendawa Îskenderûn di başûrê Antakya de, di navbera istasyona Halep û Katmê de di pira başûrê Cerablusê de digêhîje çemê Firatê. Li wir dadikeve Dêrezor. Pişt re jî xwe dirêjî Mûsil, Kerkûk û Silêmaniye dike. Çawa ku ev sînora milê arteşa me ve bi çêkan tê parastin, di heman demê de jî bi welatê Kurdan û Tirkan sînordar e.”
Wateya van gotinan çi ye? Wateya van gotinan ew e ku, cihê ku dewleta Tirk çi bi leşker û amîlên xwe çi jî bi destên çeteyên xwe dagîr kirî, wê bernede. Berûvajî wan axan wek axa xwe, axa bav û kalên xwe dibîne. Heta çavên xwe tenê bere cihê ku niha dagîr kiriye nake, na çavên xwe berê Mîsak-î Mîlliya Ataturk dike.
Em jî dizanin ku Erdoxan bi Mîsak-î Mîllî jî xwe sînordar nahêle, ew sînorên Tirkan hêna wêdetir dibe, û wiha dibêje:
“Em warisên dewleteka ku 22 milyon kilometre çarqoşe ax dîtine. Hêna nû, li derê hanê de em xwedan 3 mîlyon kilometre çarqoşa ax bûn. Mixabin hinek cihên wê hatin çirpandin. Niha jî em man 780 hezar kilometre çarqoşe ax. Axa li ber difna me jî girtin…
Me sînorên vê dewletê bi dilê xwe ne pêjirandiye. Gerek nayê bîrakirin ku, gelek kesên ku ev komar ava kirine, cihê dayîkbûyînên wan jî ne di hundirê sînorê dewleta me ya nû de ne…
Dema em îro behsa Surî, Iraq, Kirim, Trakya Rojava, Bosna dikin, hinek weka ku ji fezayê de hatine rûyê me dinerin. Û dipirsin ‘çi karê Tirkiyê bi Iraq re heye, bi Bosna re heye?’
Ew erdnîgarî perçeya laşê me ye. Ma mirov dikare Antep ji Haleb, Rîze ji Batum, Bursa ji Ûskûp cuda dest bigire û cuda bifikre?’”
De kerem bikin hûn bi xwe vê rewşê şîrove bikin!
Çi gotinên Bahçelî, çi yên Perînçek û çi jî yên Erdoxan pir vekirî nîşan didin ku, mabesta wan dagîrkirina axa welatên dîtir e.
Di niha de hinek cihên Suriyê dagîr kirine, heman tişt ji bo Iraq ango Başûrê Kurdistan jî derbasdar e.
Lê faşîzma ku xwe dispêre îdeolojiya Senteza Tirk Îslam yê li van deran de nesekine. Eger gelên herêmê -di serî de jî Kurd û Ereb û pê re jî gelên dîtir, xwe nekin yek, hişmendiya faşîzan ya Îttîhadî Terakkî wê erîşên xwe li ser gelan û axa van bidomîne.
Dibe ku niha Rûs bi hestûyekî ew dane sekinandine, lê em bîra nekin ku faşîzma Tirk faşîzma ku ji bo Hîtler bibû mînak e! Û Hîtler jî çi kiriye kêm zêde herkes dizane…

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
QUNCIK NIVÎS

Dîrok bîra civakan e

15/07/2026
Nexweşiya Kolêra; Sedem û pêşîlêgirtin
CIVAK Û JIYAN

Nexweşiya Kolêra; Sedem û pêşîlêgirtin

15/07/2026
Di her pêşketinekê de afirandinek
CIVAK Û JIYAN

Di her pêşketinekê de afirandinek

15/07/2026
Lûtkeya NATO’yê bo Şera davikeke siyasî yan serkeftineke dîplomatîk e?
POLÎTÎKA

Lûtkeya NATO’yê bo Şera davikeke siyasî yan serkeftineke dîplomatîk e?

15/07/2026
Landika şoreşê û cihê têkbirina DAIŞ’ê Kobanê ye, ne Eyn El-Ereb e
ROJEV

Landika şoreşê û cihê têkbirina DAIŞ’ê Kobanê ye, ne Eyn El-Ereb e

15/07/2026
Sed salên Komara Tirkiyê
QUNCIK NIVÎS

Aştî çandeke…

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.