Medeni FERHO
8ê Adarê, Roja Jinên Kedkar yên Cîhanê, 163 sal in, qenc- xerab tê pîroz kirin. Îro, dema em li “google” didin, biqasî hejmara tiliyên du destan, navê jinên navdar yên cîhanê derdikevine pêşberî mirov. Ev jî keybanû ne, çend jinên dengbêj, xwedî ked jî li gel wan xuya dikin. Mixabin ev dîmen, ne “mikro dîroka” jinê ye.
Google, mêjiyekî mekanîk e, mirov çi lê bar bikin, ew tê pêşberî mirov. Mixabin “google” a kurdan ya mekanîk nîne, ya mêjî jî di çîrokbêjiyê de ye. Lewma, “google” nikare bibe xwedî edaletek durust.
Dibêjin, “jin dergehê jiyanê ye!..”, Ev gotin cewherê îradeya xwedî derketina li jiyan û mirovahiyê ye. Lê jina Kurd, îradeyek îlahî derxiste holê û ev îrade, wek serdema ronakbûna sedsala 18mîn, bandorek mezin li jinên cîhanê kiriye û dike.
Ronakbûna gelê Kurd, bi saya feylesofiya Ocalan çêbû. Pêşengiya jina Kurd, bi îradeyek metafîzîkî û di teorî û pratîkê de pêşket. Bêguman berdêlên giranbiha hatin dayin. Di vê pratîkê de, ligel gelek jinan, min Hevala Nûlîfer Koç jî, nas kir. Min, hingî dît ku, jina Kurd, ji gotina “jin dergehê jiyanê ye” gavek wêdetir avêtiye, gotina “jin jiyan, azadî” pêşxistiye, piştre zanista “jinolojî”ango (Jinnasî) kirin pratîkê.
Zanista li ser jinê ne nû ye, lê yekemîn car, jina Kurd bi awayekî rêxistinî dest avête pirsgirêkê û li çareseriya civakê geriya ye. Ev tê wateya ku mêr jî, ji aliyê sîstemê ve hatiye dagirkirin, di xwe de jin jî dagirkiriye.
Jina Kurd, di têkoşîna azadiyê de, bedena mêr, mêjiyê mêr jî rizgar dike. Li dijî siyaseta klasîk dergehên parlamentoyan û qesrên serokkomaran vekirine. Dîrok yek e û di her dem û mekanî de hebûnek heye, Nilûfer Koç jî di vê dem û mekanî de heye. Mixabin di nivîsekê, ez ê nikaribim fomulasyonek li gorî lehengiya Nûlîfer, rol û mîsyona wê derxînim holê.
Jina Kurd, kefenê Şoreşa Fransa jî qetandiye: Jina Fransî, di şoreşê de rolek dîrokî lîstine, mixabin di sazî û dezgehên şoreşgerî de cih negirtin. Wek kesayet û li qada herî paş hatin hiştin. Jina Kurd, ev kefenê ku mêran qaz kiriya û dirûtine qetandin.
Balkêş e, di “google” de, jinên leheng yên Şoreşa Fransa jî, wek tê xwestin dernakevin pêşberî mirov. Divê “google” ya Kurdan ne wisa be. Dema ku dîrok, wêje, çand û mêjiyê Kurdan, bi layîqî hate rengîn kirin û lehengiya jinê di vê rengîniyê de cihê xwe girt, hingî “google”ya Kurdan jî, wê bi layiqî were dagirtin. Eger, ev nebe, wê lehengiya jin û mêrên Kurd, windayên arkolojîk, belgeyên di arşîvên dijmin de veşartî bimînin.
Sê mirovên navdar, wek bibin berdevkê fîlozofiya cîhanê jin nirxandine: Yek Napolyon e, jinê wek “dirr-pirlanta û xezînê” bi nav dike. Ev malkirin e. Du, Henry Miller e, jinê wek “edebiyatê” dibîne. Ev, estetîzekirina jinê ye. Sêyemîn mirov Abdullah Ocalan e, got “jin azad be civak jî azad e”, ev wateya jinê di rastiya jiyan û civakê de ye…
Jina Kurd, bi fikrê fîlozofê serdemê Ocalan, wek îradeyek ku bi hêz û aqilê xwe haraket dike derkete holê: Cîhanê jî, jina kurd, di bûyeran de, bi taybetî di şerê li dijî çeteyên DAIŞê de, wek, “îradeya metafîzîk” dît û bi nav kir. Dîrok yek e, di her dem û mekanî de hebûnek nîşan daye û Nûlîfer Koç jî yek ji wan pêşengan e!..
Min, di serdana duyemîn de, li Herêmên Parastina Medya, Nûlîfer Koç nas kir. Dema min, “wateya şûtikê, ji bo gerilla” pirsî, teva herî zêde 10 xal rêz kirin, dawî gotin, “herî baş Hevala Nûlîfer dizane”. Li gastîna ku çay dihate vexwarin rûniştîbû. Dema min, ji Hevala Nûlîfer “giringiya şûtikê ji bo gerilla pirsî”, got, “mêr, wateya şûtikê kêm dihejmêrin, ji ber ku, şûtik ji bo gerillayên jin xwedî wateyek din e” û 17 xal li pey hev hejmartin. (Roj Baş Heval KANDÎL, rp 376).
Nûlîfer niha nexweş e, li Elmanya emaliyat bûye. Dilê min diêşe, çend salan di KNKê de me bi hev re kar kir. Dilê min diêşe, piştî kuştina dayik û bavê min, li pey hev du xwişkên min jî mirin. Hingî Hevala Nûlîfer got, “ez jî xwişka we me…”, Ev gotin, ne tenê sersaxî bû, îradeya îlahî ku reng daye kulîlkên demsalên Kurdistanê bû. Dilê min zîz dibe, çavkaniya ku dilê min av dide, mêjiyê min xwedî dike, destûrê nade ku ez bêdeng bibim, destûrê nade ku ez ne fûrim, ne qîrim. Bi têkoşînek berdêlên giranbiha, Kurdên ku wek kêzika di tevna “pîrê” de dîl hatibûn girtin, îro xwedî îradeyek îlahî ne.
Dîrok yek e û di vê dîrokê de, Nûlîfer Koç jî yek e!…






