Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Huner û Exlaq

08/03/2020
in QUNCIK NIVÎS
A A
Ol û Civak -2-
Share on FacebookShare on Twitter

Sîpan ŞÎNDA

Têkiliya exlaq û hunerê ji aliyê felsefê de mijareke girîng e. Fîlozof û kesên li ser felsefê serê xwe êşandine, ji Yewnana kevnar û hetanî roja me li ser têkiliya huner û exlaqî serê xwe êşandine. Gelek fîlozofên klasîk û hemdem li ser vê mijarê nêrînên xwe anîne ziman. Jiber ku ewan ev mijar ji bû pêjveçûna hunerê girîng dîtine. Xweseriya hunerê heye. Lêbelê di dîrokê de huner tu caran ji exlaqî veneqetaye. Exlaq, pirrê caran ji bû hunerê bûye rêgez. Dema hunermend hunera xwe dihûne, ew berhema xwe noqî kûrahiyên exlaqî dike. Her çend hunermend afirîner be ji, bes exlaq derhêner e. Jiber wê, hunermend di heman demê de xizmetkar û êxsîrê hunera xwe ye. Gelo armanca hunerê bedewî ye, qencî ye, başî ye, hikumdarî ye, hêzdarî ye, çirandina sînorên exlaqî ye yan ji tiştek dî ye? Ji bû hunerê ev tiştên girîngin. Dema hunermend ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî dîwarê exlaqî kûla, ango xwest exlaqî hilweşîne, ew wê demê ketiye di bin xizmeta desthilatdariyê de. Ew hunermend wê demê dixwaze bi riya hunera xwe bibe desthilatdar. Di felsefa mêtîngeriyê û mêtîngeran de rêgeza sereke bê exlaqî ye. Ev ji kîjan birên wê desthilatdariya mêtînger be bila bibe ferq nake. Bîrdoziya wan hunermendan çi dibe bila bibe, nêrîna wan ya li ser jiyanê çi dibe bila bibe, armanca hemiyan yeke; tune kirina gelan, çandan, medeniyetan. Dema vê yekê dikin ji, li gor xwe xizmetê ji gelê xwe re dikin. Ev sed sal in komara tirk weke hêzekî mêtînger û dagirker li ser welatê Kurdan bi hemî alavên xwe ve li himberî Kurdan heman bê exlaqî yê dike. Bi hezaran dawetên Kurdan weke yên xwe didin naskirin, bi hezaran stranên Kurdî weke stranên xwe dibêjin. Du mînakên herî dawî stranên Keleşo û Cizîre Cizîre ne. Hunermendê tirk yê qaşo demokrat Zulfu Livanelî, helbesta ji aliyê Ulku Tamer ve li ser kuştiyên Kilîsê hatiye nivîsandin qaşo muzîka wê “çêkiriye” û straye. Lê ewî ji weke gelek stranbêjên tirk yên din çi muzîk neçêkiriye; DIZİ YE! Erê dizî ye! Strana Keleşo dizî ye û kiriye mûzîka vê stranê. Strana Keleşo ya sedsalane heyî, ji aliyê Zadîna Şakir û Hemîdê Mecîd ve di radyoya Êrîvanê de hatiye tomarkirin. Herweha di nava gel de ji ev stran her tim tê gotin. Lê mixabin mentalîta mêtîngeriyê hemî rêgezên exlaqî binpê dikin û diperçiqînin. Ew qaşo kesekî demokrat e; lê belê ew ji çengekî yê mêtîngeriyê û pişaftinê ye. Heta li gor min ev kesên wiha xwe dijî mêtîngeriyê didin xwiya kirin ji yên eşkere mêtîngeriyê dikin tehlûketirin. Piştî ev stran di înternetê de belav bûyî, Kurd bi vê dizî ya “dostê” xwe hesan. Kurdan xwe li ser vê nerazîkirin û ev dan rûyê “dostê” xwe Zulfu Lîvanelî. Çi bêje baş e; ji miqamî dişibe hevdû. Miqamên muzîka gel yê Anatoliyayê dibe ku bişibe miqamên gelên bira! Hûn êrîşî kesekî bi salan e ji bo mafê Kurdan têkoşînê dike dikin. Belê ango dibêje, jiber kû min piştgirî daye we hûn ji çavên xwe li diziya min bineqînin! Gelo ev “huner” çi qeder exlaqî ye? Mirov dikare van gotinan li kûdera exlaqî bicih bike? Yan ji cî yê van gotinan di nava exlaqî de heye? Li gor min û li gor felsefê nîne. Gelo hûn çi dibêjin?
Ya din ji strana Cizîre Cizîre bi gotinên tirkî hatiye gotin. Ya rast min hêj nezaniye kê ev gotiye. Her kê gotibe ferq nake; bêexlaqî li himberî Kurdan û pişaftina li ser çanda wan bi awayekî bênavber û lez û bez didome.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
QUNCIK NIVÎS

Dîrok bîra civakan e

15/07/2026
Nexweşiya Kolêra; Sedem û pêşîlêgirtin
CIVAK Û JIYAN

Nexweşiya Kolêra; Sedem û pêşîlêgirtin

15/07/2026
Di her pêşketinekê de afirandinek
CIVAK Û JIYAN

Di her pêşketinekê de afirandinek

15/07/2026
Lûtkeya NATO’yê bo Şera davikeke siyasî yan serkeftineke dîplomatîk e?
POLÎTÎKA

Lûtkeya NATO’yê bo Şera davikeke siyasî yan serkeftineke dîplomatîk e?

15/07/2026
Landika şoreşê û cihê têkbirina DAIŞ’ê Kobanê ye, ne Eyn El-Ereb e
ROJEV

Landika şoreşê û cihê têkbirina DAIŞ’ê Kobanê ye, ne Eyn El-Ereb e

15/07/2026
Sed salên Komara Tirkiyê
QUNCIK NIVÎS

Aştî çandeke…

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.