Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li Efrîn û Şehbayê êrîşên dagîrkeriyê hovtir Bûne

08/03/2020
in ROJEV
A A
Li Efrîn û Şehbayê êrîşên dagîrkeriyê hovtir Bûne
Share on FacebookShare on Twitter

Idrîs HENAN

Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê bi daxuyeniyekê bîlançoya kiryarên dagîrkeriya Tirk yên li Efrîn û Şehbayê yên her du mehên Çile û Sibatê eşkere kir. Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê diyar kir ku; dewleta dagîrker a Tirkiyê û çeteyên wê di nava du mehan de zêdeyî 10 sivîlan qetil kirine û 198 sivîl jî revandine. Her wiha zêdetirî 25 hezarî dar birrîne û li nava zevî û malên şêniyên Efrînê zêdeyî 100 hezarî ji malbatên çeteyên Idlibê di konan de bi cih kirine. Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê di daxuyaniya xwe de bi bîr xist ku, agahiyên di destê wê de 30% ji rastiya li ser erdê ne.
Dagîrkerî jiyana sivîlan dike hedef
Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê bi daxuyaniyekê kirayrên dagîrkeriya Tirk û Çeteyên wê yên du mehan li Efrîn û Şehbayê bi raya giştî re par ve kir. Rêxistinê destnîşan kir ku; dewleta dagîrker a Tirkiyê û çeteyên wê bi rêbazên cuda cuda, li dijî sivîlên Efrînê ˈkal, pîr, zarok û jinˈ di nav de, hovtirîn cînayetên kuştin, revandin, îşkence, dizî, talan û desteserkirina milkan pêk aniye. Ji bo qirkirina nasnameya Efrînê, êrîşî xwezayê dike, daran dibire, kevneşopiyê didize, mezarên pîroz hildiweşîne û guherîna demografîk bi rêkûpêk çêdike.
Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê di daxuyaniya xwe de bîr tîne ku; êrîşên dewleta dagîrker a Tirkiyê û çeteyên wê yên bi navê ˈElceyş Elwetenî Elsûrîˈ piştî du salan berfirehtir dibin ku jiyana şêniyên Efrîn û Şehbayê rûbirûyî xeteran dihêle. Rojane gundewarên Efrîn û Şehbayê bi hemû rengên obûs, fûze û hawanan toparan dike. Vê dawiyê jî li gundê Aqîbê yê girêdayî navçeya Şerawa komkujiyek pêk anî. Di encamê de malbatek bi temamî ˈbav, dê û zarokekˈ şehîd bûn û sê endamên malbateke din jî birîndar bûn.
Li gorî daxuyaniya Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê di nava her du mehên Çile û Sibata 2020ˈan de bîlançoya kiryarên dewleta dagîrker a Tirkiyê û çeteyên wê li Efrîn û Şehbayê wiha ye:
Dewleta dagîrker a Tirkiyê zêdeyî 300 hezarî şêniyên Efrînê yên resen bi zorê koçber kirine. Heya roja îro jî bi rêbazên cuda berê şêniyên Efrînê dide koçberiyê. Hinek rêbazên ku dagîrkerî pêk tîne jî wiha ne:
A-Kuştin: Di nav her du mehên Çile û Sibatê de qetilkirina 10 sivîlan ˈ3 bi teqînan, 7 jî di encama topbaranê deˈ hatine belgekirin. Her wiha navên 10 sivîlên birîndar ku jin û zarok di nava de hatine belgekirin.
B-Topbaran: Rojane gundewarên Efrîn û Şehbayê bi dehan cureyên topan dibin hedef. Di encamê de dibistana gundê Eherezê ku sivîlên Efrînê tê de bi cih dibin, bû hedef.
C-Destdirêjî: Di nava van her du mehan de destdirêjiyek hat belgekirin.
D-Revandin: Di her du mehên Çile û Sibatê de 198 sivîlên Efrînê ku jê 17 jin in hatin revandin. Di nava kesên hatine revandin de zarok jî hene. Ji bo berdana wan jî bac hatiye xwestin ku li hin deran rêjeya perexwestinê milyonek lîreyên sûrî derbas kiriye.
E-Mexdûrên Teqînan: 3 kes rastî mayînên dagîrkeriyê û çeteyan hatine. Di encamê de 2ˈyan jiyana xwe ji dest daye û yek jî birîndar bûye.
F-Birrîna Daran: Zêdetirî 25 hezar darên hîracê hatine birrîn û firotin.
G-Destdirêjiya li cihên pîroz: Li gundê Qere Baba yê girêdayî navçeya Raco ya Efrînê, mezargeha Şêx Mustefa Idrîs rastî kiryarên kolîn û rêşkirinê hatiye. Her wiha goristana Ş. Avêsta Xabûr hat rûxandin û li şûna wê sûka kirîn û firotina dewaran hatiye avakirin.
H-Destdanîna ser milk û mewalan: Çeteyên dagirkeriya Tirk bi hîncetên vala vala dest datînin ser milkên şêniyên Efrînê. Dikan û malên wan hem bi kirê û him jî difiroşin. Li kêleka vê yekê, li ser eraziyên gundewarên Efrînê û navenda bajêr, di nav malên şêniyan de, bi dehan kon ji malbatên çeteyên Idlibê re hatine venan û pezên wan jî li baxçeyên xelkên Efrînê tên çêrandin. Jimara kesên di van konan de bi cih bûne ji 100 hezarî derbas dibe. Di vê derbarê de MÎTˈa Tirk ji muxtaran xwestiye ku li gorî etnîsîte serjimariyekê amade bikin.
Girêdayî vê xalê û li gorî navenda belgekirina sivîl a koçberên Filistînê, bi qasî 500 malbatên filistînî li gundê Dêr Belûtê yê girêdayî navçeya Cindirêsê û bajarê Efrînê hatine bicihkirin.
Rêxistina Mafê Mirovan di dawiya daxuyaniya xwe de bang li saziyên NY, Rêxistina Mafê Mirovan, UNESCO, UNISEF û dezgehên navneteweyî kir ku bi erkên xwe yên exlaqî rabin û zextê hikûmeta dewleta dagirker a Tirk bikin. Her wiha Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê bîr xist ku detay û agahiyên di daxuyaniyê de hatine parvekirin, ne 30% ji rastiyên li ser erdê ne.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.