Idrîs HENAN
Rêberê gelê Kurd Abdulah Ocalan di hevdîtina xwe ya dawî de hinek tiştên girîng û balkêş gotin. Tiştine ku mirovên hinekî li ber bayê bîroqrasiya buruyan ketine hişyar dike û rêderketinên derpîvanî sererast dike. Dema ku rêber Ocalan behsa maseya dulingî dike, bê guman qala bihêzbûna lingê sêyemîn ya vîna gelan dike ku maseyê li ser piyan dihêle. Rêber Ocalan wê yekê eşkere û rasterast dibêje: “Pergal çiqas hewl bide jî, maseya dupî wê bikeve, ji ber wê hewldana me Kurdan piyê sêyemîn e. Ji bo piyê sêyemîn jî pêk bê, mezinbûn divê”.
Mezinbûna ku Rêber Ocalan behsê dike jî bi têkoşîna ku gel û sazîbûnê esas digire re bi ser dikeve. Ji xwe yek ji taybetmendiyên Rêber Ocalan ew e ku; li dora mijarê nazivire û rasterast kêmasî û kêmaniyên di xebat û têkoşînê de hene, bi nav dike. Tevî ku di aliyê fîzîkî de dîl hatiye girtin, lê aliyê ruhî ve ew têkoşîn bê mudexeleya wî bi ser nakeve. Ango; dema ku dibêje: “Bila kes û şexsiyet ne ji bo xwe ji bo gel û saziyan xizmet bikin’’. Dêmekî di wê ferqa derengmayîna têkoşînê de ye. Bi gotineke din; hêviyên Rêber Ocalan ji encamên îro mezintir bûn. Lê ji ber bandora kêmasiyên pratîka me ev kar û xebat derneg maye ku li dora encamê dizivire. Ev jî rexneyek hewceyî lîkolîn û vekolînê ye ka em di vî warî de li hember qam û bejna berxwedana rêbertiya xwe çiqas sûcdar in?.
Rêber Ocalan di hevdîtina xwe de, weke her carê, tekezî li parastina nirxan û li rola kedê dike. Destnîşan dike ku, sazî, partî yan jî mirov dibin, bi gotinan mezin nabin. Mezinbûn bi xwedîderketina li bedelên gel pêk dibe. Berevajî wê jî, xizmeta malbat, xizim û binpêkirina nirxên pakrewanan e. Di vê derbarê de Rêber Ocalan keda xwe ya 50 salî mînak dide û kesayetên beredayî yên ku sazî û nirxan diçewisînin hişyar dike ku wê rojekê hesab ji wan bixwaze.
Ferq û cudahiya Rêber Ocalan ev xisleta wî ya zihnî ye ku li cihê wenda kiriye digere. Ji lew re jî her îşaret bi hêza mezin a mirovên têkoşer dike ku ancax bi xwe bibin hêza çareseriyê. Ji ber vê jî dibêje: “kes nayê ji bo we pirsgirêkê çareser nake”.
Rêber Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn û bi taybet Sûriyê, nerîna xwe dubare dike û tekez dike ku ancax bi yekrêziya têkoşîna gelên Sûriyê yekparebûna axa Sûriyê bête parastin. Her wiha bang li hêzên Rojava dike ku di nav yekparebûna Sûriyê de bi awayekî berfireh bibin hêz. Yanê; berevajî tawanbariyên rejîmên desthilat ên Tirkiyê û Sûriyê, yekparebûna axa Sûriyê esas digire. Ji bo wê jî yekîtiya têkoşîn û berxwedana gelan kevirkoşeya yekparbûna axa Sûriyê ye. Rêber Ocalan binyada vê têkoşîna ku pala xwe dide yekîtiya hemû pêkhateyên Sûriyê weke stratejîk dibîne û hişyar dike: “Eger Kurd, Ereb, Ermen û Xiristiyan nebin hêz, wê sibê nikaribin yekparebûna Sûriyê jî pêk bînin”.
Rêber Ocalan dibe ku di aliyê fîzîkî de li Girava Îramliyê be, lê bi xislet û taybetmendiyên xwe yên serokatiyê her tişta ku diqewime dizane. Derdora xwe bi rê ve dibe û bi têkoşîna xwe zemîna pêşveçûnên ku çareseriyê diafirînên ava dike. Ji lew re Rêber Ocalan tekezî li xuliqandina pêşveçûnan, demokratîzekirina saziyan, sazîbûn û xwedîderketina li nirxan dike. Berevajî wê, dewama tecrîdê û herikîna xwînê ye.
Êdî di têkoşîna azadkirina Rêber Ocalan de em çiqas sûcdar û kêm mane, ev mijarek nirxandin û lêvegera li rêbazên têkoşînê yê cidî ye? De bila her kes li sûcê xwe bigere?






