Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Şerê Sûrî derbasî qonaxek nû bû

04/03/2020
in QUNCIK NIVÎS
A A
Şerê Îdlibê
Share on FacebookShare on Twitter

Farûk SAKIK

Dema ku sala 2011’an şerê navxweyî yê li Sûriyê dest pê kir, Tirkiyê jî xwest tevlî vî şerî bibe.
Bi xwedîderketina li komên Îxwanî Misilmîn dest pê kir.
Erdogan dixwest xeyalên xwe yên Osmaniya nû, bi vê komê bide destpêkirin û wisa jî kir.
Ev komên selefî (Di serî de El Nûsra û Ehrar El Şam), Hema, Hums, Xûta û Heleb di bin kontrola wan de bûn.
Rejima Sûrî û Rûsya ji bo van hêzan ji van deveran derxin li aliyekî erîş dikirin li aliyekî din jî li riyên dîplomasiyê digeriyan û Tirkiye hat bîra wan.
Tirkiye bi rejima Sûrî re dijminantî dikir. Di demeke wisa de li ser navê rejima Şamê, Rûsya bi Tirkiyê re têkildar bû. Bazarê dest pê kir. Herêma ku di destê hêzên selefî de bûn diviya bihatina valakirin û li hev jî kirin.
Ji Cereblusê dest pê kirin. Cerablus, Bab û Ezaz wê bibûna bedêla valakirina Helebê.
Dema ev dever radestî Tirkiyê kirin, çete ji bajarê Helebê derxistin ber bi van herêman ve anîn.
Lê dixwestin ku hêdî hêdî hêzên selefî li navendekê kom bikin. Dema xwestin Hama, Hums û Xûta jî werin valakirin, dewleta Tirk Efrîn pêşnîyar kir û hat qebûlkirin. Efrîn hat dagîrkirin û ew çete hatin li Efrîn û Îdlîbê bi cih bûn.
Roj hat ev komên selefî ku di polîtîkayên Rojhilata Navî yên Tirkiyê de aktorên qadê bûn; li Îdlibê asê bûn.
Rejima Şamê û Rûsya bi Efrînê razî bûn. Lê diviya ku Idlib were çareserkirin. Idlib devereke stratejîk bû, herkesî hesabên xwe li ser vî bajarî dikir.
Rusya wê ji dagîrkeriyê re bêdeng bima û Tirkiye jî, ji bo statûya Idlibê wê li rê û rêbazekê bigeriya. Bi vî awayî jî li hev kirin.
Li Soçî û Astanayê civîn hatin lidarxistin. Lê daxwaziyên dewleta Tirk zêde dibûn; heremên Kurdan tev dixwestin. Li Enqerê dema ku Amerîka destûra dagîrkeriya Serê Kaniyê û Grêsipî da, şerteke wan jî hebû; diviya Kobanê neyê dagîrkirin.
Piştî vê dagşrkeriyê, di navbera Rusya û Tirkiyê de bazareke nû çêbû. Vê carê li Soçî bûn. Di vê hevdîtinê de Îran tinebû. Dewleta Tirk bi Israr di bedêla Idlibê de Kobanê û heremên Bakur û Rojhilatê Sûrî dixwestin. Li hev nedikirin.
Rejima şamê jî êdî xwedî kart û qozeke mezin bû. Hêza xwe kom kiribû û dixwest mixalifan û çeteyên girêdayî dewleta Tirkiyê bi temamî ji holê rake. Firsend ev firsend bû.
Di demeke wisa de, Tirkiye peymana Soçî danî aliyekî. Tirkiye dizanibû eger ev keleha Idlibê ji destê wan here û çete tev werin tasfiyekirin, êdî wê nikaribe li Rojhilata Navî bibe xwedî ti statûyan.
Ji bo ku vê kelehê biparêze dest bi gefan kir. Roj jî dabû. Digot, heta dawiya Sibatê artêşe Sûrî venekişe, emê dest bi şer bikin. Esas niyeta xwe ya dagîrkirina Kurdistanê û xwedîderketina li çeteyan jî vedişart.
Rûsya jî herî dawî di daxwiyaniyeke xwe de digot; Tirkiye, Peymana Soçiyê ku Tirkiye û Rûsyayê li ser statûya Grê Spî, Serêkaniyê û Îdlibê li hev kiribûn, binpê dike.
Lê roja (27 Sibat 2019) ku dewleta Tirk wek destpêka şer destnîşan kiribû, tiştek din bû. Berûvajiyê vê yekê Sûrî şer da destpêkirin.
Di 27ê Sibatê de bi balefiran erîşî baregehên dewleta Tirk kirin. Li vê baregehê hem eskerên Tirk û di heman demê de çete jî hebûn. Zaiyateke mezin dan dewleta Tirk û çeteyên wê ku hê jî esas jimara windahiyên wan nehatiye destnîşankirin.
Bi vê operasyonê şerê Idlibê derbasî qonaxek nû bû.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
QUNCIK NIVÎS

Dîrok bîra civakan e

15/07/2026
Nexweşiya Kolêra; Sedem û pêşîlêgirtin
CIVAK Û JIYAN

Nexweşiya Kolêra; Sedem û pêşîlêgirtin

15/07/2026
Di her pêşketinekê de afirandinek
CIVAK Û JIYAN

Di her pêşketinekê de afirandinek

15/07/2026
Lûtkeya NATO’yê bo Şera davikeke siyasî yan serkeftineke dîplomatîk e?
POLÎTÎKA

Lûtkeya NATO’yê bo Şera davikeke siyasî yan serkeftineke dîplomatîk e?

15/07/2026
Landika şoreşê û cihê têkbirina DAIŞ’ê Kobanê ye, ne Eyn El-Ereb e
ROJEV

Landika şoreşê û cihê têkbirina DAIŞ’ê Kobanê ye, ne Eyn El-Ereb e

15/07/2026
Sed salên Komara Tirkiyê
QUNCIK NIVÎS

Aştî çandeke…

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.