Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Siyaset nîne, nîq, şantaj û teşqele hene!…

04/03/2020
in QUNCIK NIVÎS
A A
FÊMKIRINA RASTIYÊ!…
Share on FacebookShare on Twitter

Medeni FERHO

‘Em tev Kujer’in”, ev navê pirtûka Jean Paul Sartre e, dibêje: “Kolonyalîstî sîstemek e”. Ev rast e, kolonyoalîstên serdema me tav bûne kujer, yên misilman bi navên Qur’anê, yên Mesîhî bi navê xaçparêziyê komkujiyan dikin!… Desthilatdar jî, ji Xwedayê mezin bêhtir, xema berjewendiyan dixwin..
Şerê 3. yê cîhanê, bi rengekî balkêş dewam dike; siyaset jî bûye teşqele, bêbextî, şantaj û nîq!… Desthilatdarên cîhanê, bi giştî yan bûne provakator, yan jî kujer in.
Min berî niha, di nivîsa “Şerê Cîhanê û Ocalan” de, gotibû: Yek lîderê cîhanê, ji bo rawestandina şer, pêkanîna aştî û çareseriyê hewldanan nake, tenê Ocalan nexşeriya aştî, çareseriya pirsgirêkan dike.” Ez gotina xwe dubare dikim.
Provakatorî û şerxwazî, piştî komploya navneteweyî, li dijî Ocalan, li dijî Hereketa Azadiya Kurd û gelê Kurd, dest pê kir. Piştî dagîrkeriya Emerîka li Iraqê, (20 Adara 2003), eşkere bû ku, dewlet-netewe nikarin pirsgirêkên civakan çareser bikin. Bihara Gelan (Ereban) dest pê kir, lê hêzên hegemonîk, ji bo ku sîstema kolonyalîst bidomînin, hêzên paramilîter û çete kirin nava tevgerê.
Hêzên hegemonîk, di şerê yekemîn yê cîhanê de, kolonîkirina Roma û dewşirmetiya Osmaniyan mînak girtin û dewlet-netewe ava kirin. Di her du sîsteman de faşîzm heye, li Ewropa dîkatorên weke Hîtler, Mussolînî, Franko, Salazar û Pînoshet, li Rojhilata Navîn jî, paşa, nîv paşa û monarşikên bêexlaq derxistin holê.
Ev desthilatdar, siyaseta xwînê dimeşînin, bêbextî, nîq, teşqele û şantajê dikin, hêzên paramîlîter û çete berdane nav ser û guhên gelan.
Tirkiyê, li darî çavên cîhanê, çete û artêşa xwe bi hev re şandin Bakurê Suriye, komkujî kirin, çekên kimyewî bi kar anîn, demografiya herêman guhertin… Ev sûcên mirovahiyê ne. Rêveberiyên herêmê, saziyên mafên mirovan û saziyên doktorên li herêmê, belge radestî Neteweyên Yekbûyî, saziyên mafên mirovan yên navneteweyî tevan kirin. Gelek çavdêrên siyasî û mafên mirovan, Erdogan û El Başîr ku li Darforê komkujî kir û sûcloyî hatibû dîtin û Saddam ku li Başûrê Kurdistanê bi ayetên Qur’anê komkujî kirin û ji ber van sûcan hat darvekirin, Erodgan û Hîtler weke hev bi nav kirin.
Hêzên hegemonîk, qanûnên sîstema zalim kapîtalîzmê kirin pratîkê, li hemberî sûcên Tirkiyê û çeteyên wê dengê xwe nekirin. Piştî Efrîn, Serê Kaniyê, Girê Spî û hwd. li Idlibê jî, leşkerên Tirk û çete li gel hev hatin kuştin. Rûsya got; “me nizanîbû leşkerên tirk li wir hene“. “Wir”, “ewder”a ku tê gotin, cihê çeteyan e.
Duyemîn xal; Serokkomarê Tirkiyê, vekirî got, “em ê leşkeran bişînin Libya”. Hem leşker, hem leşkerên bi pere û çete şandin Libya. Desthilatdarên cîhanê dengê xwe nekirin. Dema ku di Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî de, çend dewlet, ji bo agirbestê ketin nava tevgerê, hêzên super hegemonîk, daxwazî weto kirin. Ev jî tê wateya ku desthilatdarên cîhanê şer dixwazin
Eger desthilatdarên cîhanê şer bixwazin, li cîhanê siyaset namîne, hiqûq, demokrasî û edalet namîne. Lîderên cîhanê kişûmat, bi rengên cuda gelan terorîze dikin, li çar aliyên cîhanê şer dikin. Li gel artêşan, hêzên paramilîter û çeteyan, vîrîsa korona jî li dijî gelan bi kar tînin.
Balkêş e, Ocalan ne serokê dewletekê ye, lîderê Hereketa Azadiya Kurd e, di bin tecrîdê de ye, lê aştiyê dixwaze, ji bo aştî û çareseriya pirsgirêkan nexşeriyan amade dike. PKK, ne desthiladara dewletekê ye, Hereketa Azadiya Gelê Kurd e, lê pêşengiya azadiya gelan û mafê gelan dike. PYD, ne desthilatdara dewletekê ye, lê, ji bo çareseriya pirsgirêka Suriyê, riya sêyemîn, federalîzmê pêşniyar dike.
Rûsya, Tirkiye û Îranê peymana Sykes-Pîcot û Konferansa San Remo berteref kirine. Lê PKK, bê ku sînoran parçe bike, xaka dewletan dagîr bike, çavkaniyên hundir û dînamîkên gelê Kurd bi kar tîne, federalîzma ku bingeha demokrasiya gelan e, derdixe pêş.
Piştî ragihandina “plana sedsalê” ya Trump, ku agirê li Rojhilata Navîn geştir kir, Îsraîl, yekemîn car şandeyek şand Qeterê.
Qeter, hevkara Trkiyê ye û terora li herêmê destek dike. Hêvî ew e ku Îsraîl, weke Emerîka, ne ji bo geşkirina şer, ji bo aştî û siyaseteke aqîlane şandibe Qeterê. Her cara ku şandeyeke Emerîka tê Tirkiyê, şer dijwartir dibe.
Welatên Dostên Suriye, 68 welat bûn, destîniya Suriye bi destê Tirkiye, Rusya û Îranê ve berdane. Gelo, “dostên Suriye”, çima li biryarên civîna 24 Sibata 2012an xwedî dernakevin, yekparetiya Suriyê û federalîzma ku bingeha demokraisyê ye naparêzin?
Ji bo parastina cîhanê û gelan, ne tenê Ocalan, PKK û PYD, divê gelên cîhanê, wek gelên li bakurê Suriyê, dînamîkên xwe bikin nava tevgerê û careke din bihara gelan bidin destpêkirin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
QUNCIK NIVÎS

Dîrok bîra civakan e

15/07/2026
Nexweşiya Kolêra; Sedem û pêşîlêgirtin
CIVAK Û JIYAN

Nexweşiya Kolêra; Sedem û pêşîlêgirtin

15/07/2026
Di her pêşketinekê de afirandinek
CIVAK Û JIYAN

Di her pêşketinekê de afirandinek

15/07/2026
Lûtkeya NATO’yê bo Şera davikeke siyasî yan serkeftineke dîplomatîk e?
POLÎTÎKA

Lûtkeya NATO’yê bo Şera davikeke siyasî yan serkeftineke dîplomatîk e?

15/07/2026
Landika şoreşê û cihê têkbirina DAIŞ’ê Kobanê ye, ne Eyn El-Ereb e
ROJEV

Landika şoreşê û cihê têkbirina DAIŞ’ê Kobanê ye, ne Eyn El-Ereb e

15/07/2026
Sed salên Komara Tirkiyê
QUNCIK NIVÎS

Aştî çandeke…

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.