Qasim ENGÎN
Bi sosret û matmayîneke mezin em dibînin çawa civakeke bi rûmet ber bi meymûnbûyînê ve dibin.
Tişta balkêş ew e ku; kesekî birçî û pariyek nanê xwe yê xwarinê nîne, bûye koleyê xerîze û ajoyên xwe; xwe azad dibîne û bi erîşa ser gelan wek îro li Îdlîbê dibe, kefxweş dibe.
Kesayetî û civakeke wiha di rastiya xwe de bi dewletê re bûyê yek. Pir rehet e ku di nav kesayetî û civakeke wiha de sîxûr û mûxbir werin pêşxistin. Ji ber ku edî kes û civakek wiha bûye perçe û amûrekî herî bikêr yê dewletê. Ev dewlet eger dewleteke faşîst bibe, wek di dema Hîtler de dibe madeya xam ya faşîzmê.
Ev çawa dibe? Rêbaza vê hesan e.
Mirovan biperçîqîne, bêdeng bike, bitirsîne û pey re jî bi nexweşiya netewperestî, olperestî, cînsperestî zanîstperestiyê bixapîne, manîpûle bike. Û mirovekî ku bi her awayî ji xepandinê re vekirî înşa ango ava bike!
Çawa? Bi harkirina ajoyên civakê. Di esas de herkesî, lê di cewher de jî ciwanên keç û xort ji xebatên siyasî û civakî de dûr bixe! Bila tenê serfkirinê ango mezixandinê (serfkirinê) bifikirin. Bila tenê xerîze ango ajoyên xwe bifikrin. Ji bo wê jî li Êspanya stadyumê fûtbolê bi sedhezaran hatibûn avakirin û bi şahiyên wek Toreo’s ango Gulaşa Ga’yan ciwanan ji xwe dûr bixe.
Dema xwe de Hîtler û Franko niha jî Erdoxan bi heman tiştî îcar tenê ne bi futbolê, bi rêzefîlman, bi hûnera geşkirinê, bi nexweşiya netewperestiyê, olperestiyê û her wiha avakirina dijminên sexte, civak tê xepandin. Di encamê de digel ku ew bi xwe bûye muhtacê her tiştî û herî jêr de jiyanêkê dijî bêdeng e. Hêna rastir nafikre ku dengê xwe bilind bike.
Ev di rastiya xwe de veguhestina mêjiyan e. Veguhestina mêjî, ne ew e ku mirov li ser maseyan dirêj bikin û di amelîyatan derbas bikin, na veguhstina mêjiyan ew e ku xisleteke nû di wan de bidin avakirin. Dema mirov wek faşîstan lê tê, dest bi fikirîna weka wan dike. Ango di rewşeke wiha de faşîst gihîştine armancên xwe û kerî û meymûnkirina civakê temam bûye.
Armanca faşîstan tam jî ew e ku, biherike nava hişê mirovan, hişmendiya wan areste bike, vîna wan bişkîne, wan teslîm bigire û li gorî xwe feraseta netewperestî şiklekî bide wan.
Şerê Taybet Şerê ku; Yek ”Bi îstîsmarkirina lewaziya hêza ku ew pê re şer dikin di milê siyasî, aborî, civakî û moral ve ye. Du; denetima ser kesên ku ew pê re şer dikin. Sêyem jî; bi pêkanîna bandorên bi israr ên li ser raman, kelecan, meyl û lebatan; şkandina hêz û azweriya wî ya şer û berxwedanê, bi xerakirina moral pêkanîna hilweşîna wî ya manewî û bi şiyarkirina hesta tirsê, şkandina wêrekiya wan” e.
Mabest çi ye: Mabest ew e ku; yên dijberê xwe bitirsîne û bixapîne. Yê ku ditirse, dibe hewcedar û yê ku dixape jî bêçarê dimîne.
Bi vî awayî hêza ku şerê derûnî ferz dike, digihêje derfeta ku xwestekên xwe pêk bîne. Heke civakek were tepisandin û bêçare were hiştin, ew civak dibe kerî û bi hêsanî dikare were çêrandin ango ajotin. Hemû dîktator vê hedef dikin. Mirovên ku tenê bixwin, vexwin û li pey xerîzêyên xwe bikevin, mirovên êdî yên serfkirinê ne.Kesayeteke wiha êdî gelek caran bê navber ji ber bûye perçeyek keriya ku tê ajotin, bêdeng e. An jî bûye meymûnê ku herkes dikare yarî û tevzên xwe pê bike.
Ma ji wêdetir ketin heye?






