Zekî BEDRAN
Di qeyrana Idlibê de ji ber bêhelwestiya Rûsya Sûriye ber bi parçebûnê ve diçe. Rûsya ji Tirkiyê xwest bi peymana Soçî ve girêdayî bimîne û çeteyên weke El Qaîde bêbandor bike. Lê Tirkiyê tersê wê kir. Li şûna lewazkirina El Nusra û El Qaîdeya navê xwe guhertî, parastina wê û berdevkiya wê kir. Wisa kir ku El Nusra piraniya Idlibê bixe destê xwe. Bi behaneya ku wê trajediya mirovî derkeve, El Nusra û çeteyên din veşartin û xebitî wan ji rojevê derxe.
Her du aliyan jî dizaniya ka aliyê de çi dike. Pûtîn Erdogan hema hema neçarî xwe kir, ji Tirkiyê berjewendiyên mezin bi dest xistin û xebitî li hemberî Emerîka û NATO bi kar bîne. Lê di dawiyê de hat dîtin ku li herêmên Erdogan dagîr kirîn, rêveberiya El Qaîde û Ixwanî tên avakirin û amadekarî tê kirin ku hin herêmên Sûriyê bi ser Tirkiyê ve bên kirin. Li hemberî vê rewşê ber bi Idlibê ve dest bi pêngavekê kirin. Armanc ne ew bû ku Tirkiyê bi tevayî ji Sûriyê derxin. Dixwestin bi bidestxistina riya M4 û M5 qada tevgera çeteyan teng bikin. Operasyonên hatîn destpêkirin bandora wan çêbû. Derdora Helebê hat paqijkirin. Seraqib hat bidestxistin. Riya Şam-Heleb ji çûnhatinê re vebû.
Tirkiyê ku dît çeteyên li derdora wê nikarin li ber xwe bidin, bixwe hêzên leşkerî şandin û çek û cebilxane dan wan. Bi vî awayî tevlî nava şer bû. Tirkiye li şûna ku li xalên çavdêriyê bimîne, bi çeteyan re li derdora xwe belav bû û bi hev re ketin êrîşê. Ji bo ku sînorê Tirkiyê nîşanî wê bikin bedel pê bidin dayîn, li leşkerên wê xistin. Ji ber ku qada hewayî li ber Tirkiyê girtî bû, çeteyan nikarî xwe bigirin û Tirkiye jî pêş ve nediçû. Ya rast, itibara Erdogan kêm bûbû, di nava çeteyan de bêbawerî belav bûbû û êdî ji hev diketin. Çawa ku rewşa Tirkiyê li Sûriyê lewaz bûbû, li hundir û derve jî dest ber bi çûna jêrê ve kiribû. Ji bo wê Erdogan xeter da ber çavê xwe û êrîşên xwe domandin. Herwiha zor da Rûsya. Diyar bû ku wê NATO û Emerîka destekê bidin Tirkiyê. Van hêzan nedixwest Rûsya li Sûriyê serdest bibe û desthilatdariya Esed xurt bibe. Ji bo ku Erdogan muhtacî wan bibe ji bo wan ev firsetek bû û li benda wê bûn. Bi vî awayî wê Tirkiye ji Rûsya dûr biketa û ber bi çerxa wan ve biçûya. Li ser israra Tirkiyê, bi behaneya kêmkirina tengezariyê Rûsya qada hewayî vekir û destûr da ku Tirkiye balafirên xwe yên bêmirov bi kar bîne. Vê rewşê qezenceke mezin da destê Tirkiyê.
Rûsya ji bo berjewendiya xwe rejima Sûriyê xist nava xetereke pir mezin. Gelek leşker û serleşkerên Sûriyê hatin kuştin. Devereke weke Seraqib ku cihekî stratejîk e dîsa ket destê çeteyan. Halê hazir tevgera artêşa Sûriyê bi tevayî ji aliyê SÎHAyên Tirkiyê ve tê şopandin. Dema dixwaze jî bombe dike. Eger wiha Tirkiye leşkerên Sûriyê bikuje, çeteyan biparêze û herêmê di destê xwe de bigire, wê êrîşkariya wê û destwerdana li Sûriyê bibandortir bibe. Jixwe Israîl û Emerîka agahiyên istixbaratî û tevgera artêşa Sûriyê didan Tirkiyê. Piştî ku Rûsya jî destûra ÎHA û SÎHA da, di qada şer de hevsengî li dijî Sûriyê pêş ket. Her kes baş dizane ku artêşa Sûriyê lewaz bûye û hêza xwe winda kiriye. Beşeke mezin ji miletê wê bûye koçber. Beşek jê ne di binê kontrolê wê de ye. Ji ber wê di komkirina leşkeran de pir zehmetiyê dikişîne. Yên dibe leşkeriyê jî nikare bi têrayî perwere bike. Ku Tirkiye bi tang û topan jî êrîş dike, ji bo rejimê rewşeke xerab derdikeve.
Pir baş tê zanîn ku ji bo Erdogan ti pîvanên huqûqî, insanî û exlaqî nînin. Ji ber ku piştgiriya ji Ewropa dixwaze bi dest naxe, koçberên Sûriyê bi ser Yunanistanê de ajotin. Insanên bûyîn mexdûrên şer, wan dike çekên şerê xwe. Ji aliyê herkesî ve tê dîtin ka Erdogan ji bo Rojhilata Navî û Ewropa çiqas xeter e.
Ji ber ku rejima Sûriyê dane aliyekî, Yekîtiya Ereban jî nikare rolekî çalak bilîze û di nava xwe de parçe ye. Digel ku Rûsya li hemberî Emerîka û NATO bi kar tîne, Emerîka û NATO çavên xwe ji dagîrkeriya Erdogan re digirin. Digel ku êrîşî hewldana Rûsya ya ku Sûriyê li ser piyan bihêle dike jî, Rûsya hewl dide faşîzma Erdogan li cem xwe bigire. Bi kurt û cewher, Rûsya, NATO û Emerîka her tim dixebitin Erdogan li ser piyan bihêlin. Halbiku Erdogan nikare dîktaroriya li Tirkiyê ava kirî bi gel tevî bide qebûlkirin, hilbijartinan winda dike, li Sûriyê li pêşiya çareseriya siyasî kelem e, dibe sedem ku şer dewam bike û koçberî pirtir bibe. Digel ku rizgariya gelan ji Erdogan ji bo herkesî baş e û wê bibe sedema aramiya herêmê, yên weke Pûtîn û Trumap belayên weke Erdogan li ser serê gelan muselet dikin. Ji kuştina leşkerên Sûriyê, parçebûna Sûriyê jî di navê de di piraniya senaryoyên gengaz de, berpirsiyariya Rûsyaya Pûtîn heye.






