Dr. Cewad El-Bîdanî
Di raporên rêxistinên navneteweyî de behsa binpêkirinên hikumeta Tirk ên li dijî dijberên wê tên kirin. Li ser kesekî nayê veşartin ku gelek bûyerên kuştinê bi awayekî veşartî li dijî hinek rojnamevan û kesayetên xwedî fikr pêk hatine. Nêrînên wan ji perspektîfên rejîma Tirkiyê û siyaseta wê ya dîktatorî cuda ne. Yek ji mînakên berbiçav jî rewşa têkoşerê navneteweyî Abdullah Ocalan e. Di girtîgeha yekkesî de li giraveke dûr de, yek ji rêbazên li dijî ronakbîrê mezin tê kirin e. Gelo çima dewleta Tirk van zextan li Ocalan dike û sedem çi ne?
Her tim me digot fikrê Abdullah Ocalan dibe hedef. Tirkiye her kesê xwedî fikr dikuje. Hincet û behaneyan diafrîne ji bo ku têk bibe û vîna wî bişkîne. Ji bo wê jî zexta derûnî bi kar tîne. Ev hewldaneke ku têkoşer dev ji fikre xwe berde. Dixwaze tovê Ocalan çandî bikuje, lê ne di ferqê de ye ku fikrê Ocalan gihîştiye têkoşerên cîhanê.
Piştî ku Tirkiye ket ferqa asta bandora têkoşer Ocalan, têkoşer Ocalan wek kaxizeke zexte li ser alîgirên wî bi kar anî. Da ku tawîzan ji wan bigire. Piştî ku nikarî zextê li Ocalan bike û neçar bike ku dev ji fikr û nêrînên xwe berde, agir bi daristanên Îmraliyê xist. Eger em bêjin agir ne bi zanabûn e, gelo armancên Tirkiyê ji hiştina Ocalan di wê girtîgehê de çi ne? Tevî ku şewat nêzî girtîgehê ye, çima Tirkiye nahêle parêzer pê re bicivin û rewşa wî bizanin? Pergala Erdogan siyasetên şaş dimeşîne. Dibe ku bibe sedema nakokiya li Tirkiyê û cîhanê. Lewre Ocalan berî ku Kurd be bûye kesayetek nanveteweyî.
Ez dibêjim gelê Kurd û tevayiya azadîxwazên li cîhanê baş ketine ferqa siyasetên pergala Erdogan û rêbazên çewisandinê. Ew baş têgihiştine ku baweriya Abdullah Ocalan çandî bi van rêbazan tine nabe.






