Şkestina Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan a di sefera Idlibê de, di rojava çapemeniya cîhanê de bû. Di çapemeniya cîhanê de li ser bomberana li Idlibê ku di encamê de bi dehan leşkerên Tirk hatin kuştin, hat gotin, di şerê Sûriyê de,”wê bibe duriyanek” û her wiha hat gotin Tirkiye bi gefa koçberan dixwaze Ewropa bide pişt xwe.
LE MONDE: TANSIYON ZÊDE DIBE
Rojnameya Fransiz Le Mondeyê got, ”Tansiyona di navbeya rejîma Sûriyê û hevalbenê wê yê dilsoz de pir zêde dibe” û diyar kir ku Wezîrê Karê Derve yê Tirk Mevlût Çavûşoglu ji Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jesn Stolnberg alîkariya xwestiye. Le Monde bi bîr xist ku Stolnberg bang li Şam û Moskowê kiriye ku ”êrîşên xwe rawestînin.
GUARDÎAN: KEŞTIYÊN ŞER ÊN RÛS XWE BERDANE BEHRA SPÎ
Rojnameya Ingilîz Guardîan got piştî windahiyên dewleta Tirk ên li Idlibê dewleta Tirk deriyên Ewropayê ji bo koçberan vekirin. Rojnameyê got rageşiya di navbera Moskow û Enqerê de bi bombebaran dawî ‘bilez’ geş bûye û roja Înê du keştiyên şer ên Rûs di tengava Stenbolê re xwe berdane Behra Spî. Guardînê got bi êrîşa dawî re li Idlibê 53 leşkerên Tirk mirine.
DÎE WELT: TIRKIYE BI PENABERAN EWROPAYÊ DITIRSÎNE
Dîe Welt a Elman jî şantaja Tirkan a li ser penaberan nivîsî. Dîe Welt bi bîr xist ku vekirina deriyan a li penaberan pêşî di Reutersê ya Ingilizan de hatiye weşandin û got, ”Hikûmeta Tirk ji berê ve li Rojava ji bo ku tiştekî bide destpêkirin her demê Reuters bi kar aniye”. Dîe Welet got dewleta Tirk Ewropayê bi penaberan ditirsîne û teşwîq dike ku li Idlibê destekê bidinê.
NEW YORK TÎMES: RÛSAN ÊRÎŞ KIR
Rojnameya New York Tîmesê jî got dewleta Tirk li Sûriyê derbeke giran xwariye û diyar kir ku êrîşa navborî, ”wê rewşa şer biguherîne”. New York Tîmesê got, piştî êrîşê, ”Rayedarên Tirk rejîma Sûriyê dikine hedef lê yên êrîş kirin balafirên Rûs in.”
FÎNANCÎAL TÎMES: TI ENDAMÊ NATO’YÊ JI BO XALAN 5’AN NE HAZIR E
Fînancîal Tîmesê jî got şerê di navbera Tirkan û Sûriyê de bi bûyera dawî geştir bûye, Tirkiye wê zêdetir bang li NATO’yê bike. Tîmesê got, ”lê ti endamên NATO’yê ji bo ku xala 5’an bi fermî sazkar bibe ti hevdîtin nekirine.”






