Medeni FERHO
Pirsgirêka Kurd mezin e.
Gelê Kurd, berdêlên giran dan, êş û azar kişandin, hem xwe guhertin, hem li dora xwe guhertin çêkirin. Di aliyê hişmendiyê de, bi beden bû, lê di aliyê zemtkirina “zimanê şoreşê” de, hem erê ye, hem “zaafiyet” heye. Li welat erê ye, li Ewropa “zaafiyet” heye.
Bi gotina Apo, gelê Kurd di arena cîhanê de “di nava dîwarên polayî”de ye. Vî dîwarê polayî, bandor li kesayeta Kurd jî kiriye. Ji bo bidestxistina ”cewher”ê Kurd, pêdivî bi hamleyên xurt yên çandê heye. Eger şoreş, di aliyê candê de neyên xwedîkirin, zimanê diyalektîka demê jî nayê zemtkirin. Kultur mêjî xwedî dike, ziman jî dibe paleyê mêjî. Zimanê şoreşê, mirov di têkiliyan de xurt dike, nakokiyan û şaşiyan ji holê radike.
Ev rewşa lewaz, di rexnegîriya wêjeyî, siyasî de jî heye.
Sala 1984an, di dîroka Kurd de mîladek e… Berî wê, piştî wê!… Vê mîladê, cewherê kesayeta Kurd ya dagîrkirî tine kir, kesayeteke nû, bi cewherekî nû derxiste holê. Îro, qonaxeke cuda heye. Di vê qonaxa cuda de, kesên ku xwe şoreşger dibînin, nikarin bi zimanê bedena dagîrkirî biaxivin.
Cihê “zaafiyet”ê, di felsefeya serdemê de nîne. Georges Bufton dibêje, “Uslubu beyan, aynî ya insan e”… Mîlada şoreşa Kurd, hêzeke îradî derxiste holê, vê îradê jî guhertinek çêkir, di vê guhertinê de pratîk, dîtin û kirin heye. Di dîtin, kirin û pêkanînê de, mirov pêşî xwe diguherîne û wek mirovekî nû derdikevê holê. Ezber namîne, copy namîne, tiralî, zexelî û zimanê dagîrkeran namîne û dema ku kesayeteke wiha derkete holê jî, ked, bi nirx dibe û ev nirx tê dîtin. Keda di şoreşê de deynê her kesî ye, nabe hêza kesayetî.
Bi taybetî, bikaranîna hêza desthilatdariyê, êdî dibe şermeke mezin.
Şoreşger, pêşî xwe nas dike, li hemberî kesayet û kedê bi rêz e, di têkiliyên xwe de zimanê diyalektîka şoreşê bi kar tine. Di nirxandin û rexneyan de, mecbûr e “zarîf û zerafet”ek exlakî nîşan bide.
Karl Marx dibêje “nizanin, lê dikin”, şoreş, bi qasî têkoşîna li dijî dijmin, têkoşîna li dijî xeşîmiyê ye. Dema ku civak têgihiştî bû, dîsa bi gotina Ocalan, “hêza gel xwedawendî ye” tê dîtin. Ev aliyê fizîkî ye, dîsa bi gotina Ocalan, di aliyê hişmendiyê de jî, “hêza teoriyê xwedawendî ye” derdikevê hole. Ocalan bi van gotinan, gotina Marx, “nizanin, lê dikin” di aliyê têgihiştin û zanebûnê de temam dike.
Êdî, Kurd nikarin bi hestên berî 1984an hereket bikin. Eger Dîderot, di serdema xwe de, “bi sed mecîdiyên zivî, 6 şîret dikirin”, Hereketa Kurd, di berxwedana 40 salî de, bi berdêlên giranbiha, şîretkirin, têgihiştin û zanebûn derxiste holê. Eger li hemberî hewqas hêza perwerdekirina pir cûreyî jî, kesayeta Kurd, di têkiliyan de, di nirxandin û danûstandinan de, “zaafiyet”a ziman û mêjî bijî, wey tî jarê ye.
Cewherê kesayeta Kurdên îro, piştî çil salî, guman dikim ji qalibê “dibistanên şevînî” yê Îttîhadiyan rizgar bûye. Bi taybetî kesên xwe şoreşger dibînin, kesên li dijî dagîrkerên Kurdistanê, di eniya berxwedanê de cih digirin, divê ji “zaafiyet”a zimanê antî şoreşê dûr bin.
Dibistanek çil salî, ku bi şoreşên cîhanê, bi peymanên mafên mirovan, bi hiquqê gerdûnî xemilandi ye, zanebûnek, têgihiştinek, zerafetek, edaletek, hiquqek derxistiye holê. Ev jî, bi sîstematîze-kirina kultura civaka Kurd, felsefeyek derxist holê. Eger hê jî, zimanê diyalektîka serdemê neyê zemtkirin, bi gotina Ozal, em ê wek “bermayiyên şûr” bimînin. Ocalan, di pirtûka “Zimanê Şoreşê” de, vê gotina Ozal bi kar tîne. Eger em, zimanê şoreşê zemt nekin, paşeroj wê bibin tovê wey tî jarê!..






